Ji bo Zeynep Cansiz taziye: Hat aştî bê em têkoşînê bidomînin
- 16:34 13 Nîsan 2026
- Rojane
ÎZMÎR - Dayika Aştiyê Peyruze Kurt di merasîma şînê ya ji bo Zeynep Cansiz a ku wefat kir de axivî û got, "Em soz didin te, em ê aştiya ku te nedît bînin. Em ê heta ku aştî were ser vê axê têkoşînê bidomînin."
Ji bo dayika Sakîne Cansiz ku yek ji endamên damezrîner ên PKK'ê ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hate qetilkirin Zeyenep Cansiz, li Cemxaneya Evka2 merasîma şînê hate lidarxistin.
Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamentera Îzmîrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Parti) Burcugül Çubuk, her wiha nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk û welatî beşdarî merasîma şînê bûn.
'Em ê Aştiyê Bînin'
Dayika Aştiyê Peyruze Kurt ku di merasîmê de axivî, got, "Em çi bikin em nikarin êşa ku em dikişînin vebêjin. Dayika Zeynep dayika Sakine Cansız, pêşenga me bû. Bi saya hewildan, îradeya wê û berxwedana wê ya li zindana Amed, rê ji bo jinên Kurd vebû. Dayika Sakine got ku ew heta nefesa xwe ya dawî aştiyê dixwaze, lê mixabin, Dayika Zeynep aştî nedît, çavên xwe girtin. Ji vir, ez dixwazim vê ji Dayika Zeynep re bibêjim: Dayika Zeynep oxir be ji te re. Di bedela me de silavên me ji hemû dayikên ku li ser axa me jiyana xwe ji dest dane, ji hemû şehîdên me re bibêje. Em soz didin we, em ê aştiya ku we nedît bînin, em ê berdewam bikin. Em ê heta ku aştî were ser vê axê têkoşînê bidomînin."
Merasîma şînê piştî xwendina helbestan bi dawî bû.
Tabuta Zeynep Cansız, ku li ser milên jinan hate hilgirtin, ji bo ku bişînin Dêrsimê, birin Balafirgeha Adnan Menderes.







