Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî
- 17:34 21 Adar 2026
- Rojane
STENBOL-Buroya Hiqûqê ya Asrinê ragihand ku endamên buroya wan û malbatan li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din hevdîtin pêk anîne.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê ragihand ku endamên buroya wan û malbatan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî re hevdîtin pêk anîne.
Asrinê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da û ev yek got: “Ji parêzerên buroya me; parêzer Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Cengîz Yureklî li Girava Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan, birêz Hamîlî Yildirim, birêz Omer Hayrî Konar, birêz Mahmut Yamalak û birêz Ergîn Atabey re di 21ê Adara 2026an de (îro) hevdîtin pêk anîn.
Her wiha ji malbata birêz Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û Alî Ocalan û malbatên miwekîlên me Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Ergîn Atabey û Mahmut Yamalak jî îro hevdîtin pêk anîn.”









