Di Newroza Kocaeliyê de herî kêm 8 kes hatin binçavkirin
- 18:39 21 Adar 2026
- Rojane
KOCAELÎ-Polîsan êrîşê girseya di pîrozbahiya Newroza Daricayê de kirin û herî kêm 8 kes binçavkirin.
Li baxçeyê Mîlet a Darica ya navçeya Darica ya Kocaeliyê bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz hat pîrozkirin.
Polîsan êrîşê girseya ku çû Newrozê kir. Di êrîşan de herî kêm 8 kes hatin binçavkirin. Her wiha polîsan hevserokê DEM Partî ya Gebzeyê Omer Yildiz derb kir.









