Jin di Newrozê de li qadan e

  • 09:08 19 Adar 2026
  • Rojane
STENBOL - Jinan diyar kirin ku Newroz wateya azadî, berxwedan û yekitiyê ye û daxwaza aştiyê dubare kirin. Jinan gotin wê 22’yê Adarê de li qadan bin.
 
Newroz ne tenê cejne, heman demê de wek sembola azadiyê, vejîna nû tê pîrozkirin. Bi taybet di alî jinan de Newreoz veguheriye qada berxwedanê. Amadekariyên Newroza 2026’an didomin û îsal wê li Stenbolê di 22’ê Adarê de bê pîrozkirin.
 
Jinan der barê Newrozê de ji ajansa me re axivîn.
 
‘Newroz jiyane’
 
Halîme Verîm daxuyakirin ku Newroz di alî jinan de wateyek mezin dihewîne û wiha domand: “Newroz ji bo jinan azadiye. Divê zimanê dayikê bê parastin. Divê em zimanê xwe jibîr nekin. Bi salane em bi coş Newrozê pîroz dikin.  Em bi salane bi coşek mezin xwe ji bo Newrozê amade dikin. Em îsal jî amade ne.  Divê di serî de Rêberê gelê Kurd, hemû girtiyên siyasî bên berdan.”
 
‘Newroz piştevaniye’
 
Fatma Abîk jî destnîşan kir ku temenê ciwan de tevli Newrozan bûye lê piştî zewiciye ji ber zarokan nikare biçe û wiha berdewam kir: “Em 13-14 salî de diçûn pîrozbahiyan. Jin û mêran govend digerand. Hawir pir xweş bû. Newroz sembola yekitî û piştevaniyê ye. Coşa Newrozê pir xweşe.”
 
‘Newroz hêviye’
 
Aliye Gogar jî diyar kir ku her sal bi heman kelecanê tevli Newrozê dibin û pîrozbahî ji bo wan wteyek girîng dihewîne û wiha domand: “Bê gûman ez diçim Newrozê. Newroz her tiştê me ye. Berxwedan, hêviya me ye.  Newroz ji bo jinan xwedî girîngiyek mezine. Divê jin li qadan di eniya pêş de cih bigirin. Newroz azadiya jinan e.”
 
Rojhilat Akiş jî bi lêv kir ku ew wek her sal îsal jî wê li qadan bin û bi cil û bergên gelerî wê tevli Newrozê bibin. Rojhilat Akiş got daxwaza wan pêkhatina aştiyê ye.