Li Dêrsimê ji bo tevlibûna Newrozê bang

  • 15:06 16 Adar 2026
  • Rojane
DÊRSIM - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê, ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Dêrsimê banga tevlibûnê kir. 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê, beriya pîrozbahiya Newrozê ku dê sibe bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” were lidarxistin, çû serdana esnafan. Platformê, banga tevlibûna Newrozê kir. Endamên platformê çûn serdana esnafên navendê û gotin ku dê sibe ji Kolana Hunerê ber bi Qada Seyîd Riza ve meş were lidarxistin û piştre jî Newroz were pîrozkirin. Endaman, gel vexwend meş û pîrozbahiyê. 
 
Pîrozbahiya Newrozê dê sibe saet di 11.00’ê de were lidarxistin. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît dê weke axêver beşdar bibe û hunermend Beser Şahîn û Siya Şevê dê derkevin ser dikê.