Jinan li Çiyayê Çilan bafirokên rengîn ber bi asîmanan ve firandin

  • 14:36 5 Adar 2026
  • Rojane
AMED - Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, jin li Çiyayê Çilan ê dîrokî kom bûn û bi daxwaza azadî û hevgirtinê bafirokên rengîn ber bi asîmanan ve firandin.
 
Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê vê çalakiya watedar li dar xist. Gelek jin bi wêneyekî hevgirtinê û bi bafirokên ku bi destên xwe amade kiribûn, peyamên xwe yên aştiyê, wekheviyê û azadiyê li ser wan nivîsandin û ber bi asîmanan ve ba kirin.
 
“Bafirok sembola têkbirina sînoran e”
 
Di daxuyaniya hevpar a di çalakiyê de hat dayîn de wiha hate gotin:“Îro em ne tenê bafirokan difirînin. Her bafirokek ji bo me sembola têkbirina sînoran e, parastina hêviyê li hember qedexeyan e û firîna ber bi azadiyê ve ye. Em bi vî ruhê hevgirtina jinan re vê hêviyê ber bi bêdawîtiya asîmanan ve berdidin û sînoran ji holê radikin.”
 
Wêneyên rengîn li dar ket
 
Jinên ku li Çiyayê Çilan kom bûbûn, bi dirûşma “Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihonin” dîmen û şahiyeke dîtbarî li dar xistin. Bafirokên rengîn ên di nav asîmanan de difiriyan, kirin nîşana hêvî û têkoşîna jinan a ji bo jiyaneke azad û wekhev.