Hevberdevka OHD’a Mûşê: Hewce bi destûreke bingehîn a nû heye

  • 09:02 4 Adar 2026
  • Rojane
Oznûr Deger
 
MÛŞ - Hevberdevka OHD’a Mûşê Berfîn Demîrtaş rapora komîsyona meclîsê nirxand û got: “Divê birêz Ocalan li gorî rihê pêvajoyê ji mafê hêviyê fêdeyê bigire. Tirkiye divê ji bo endamên rêxistinên Yên dixwazin vegerin Tirkiyeyê gumanan ji holê rabike.”
 
Di ser banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kir salek derbas bû. Li meclîsê di çarçoveya pêvajoyê de Komîsyoan Piştevaniya Mîlî, Xwişk-Bira û Demokrasiyê hat avakirin û komîsyonê rapora xwe temam kir û da meclîsê. Rapora ji 110 rupelî pêk tê, ji 7 sernavên esas yên wek "Xebatên komîsyonê", "Hedefên esas yên komîsyonê", "Hiqûqa Wekhevî û Kokên Dîrokî ya Wekeheviya Tirk-Kurd" , "Qadên mutabakata kesên qanûnî ya der barê pêvajoyê", "Pêşniyara sererastkirina qanûnî ya der barê pêvajoyê", "Pêşniyarên der barê demokratîkbûnê", "Fehskirina PKK û berdana çekan" û gelek sernavên binî pêk tê.  Der barê rapora ku kêm tê dîtin de rexne tên kirin û tê payîn ku  zemîna hiqûqî li meclîsê bê avakirin.
 
Hevberdevka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (Berfîn Demîrtaş) der barê rapora komîsyonê de axivî.
 
‘Divê demildest li gorî raporê sererastkirinên qanûnî bên kirin’
 
Berfîn Demîrtaş da zanîn ku rapor bi nirx e û wiha got: “Ji bo pêşxistina raporên wisa baweriya civakê jî wê zêde bibe. Rapora mijara gotinê ye ji vir şûnde divê der barê gavên demorkatîk û sererastkirinên qanûnî be. Rexneyên di amadekirina raporê de hatine kirin, şerhên hatine xistin ji bo xurtbûna pêvajoyê û avakirina zemînek saxlem hatine kirin. Ji vir şûnde divê li gorî raporê sererastkirinên qanûnî bên kirin.”
 
‘Mafê hêviyê’
 
Berfîn Demîrtaş diyar kir ku di destpêka pêvajoyê de mafê hêviyê dihat ziman, lê tevî vê di raporê de li ser baş nehatiye sekinandin û got: “Bendewariya civakê der barê mafê hêviyê de hebû û ev jî hiqûqiye. Her wiha dîsa di pêvajoya ku demokratîkbûn tê hedefkirin divê der barê pêkanînên qeyûmand e jî nirxandinek hebe. Ji vir şûnde bi hevkariya baro û rêxistinên hiqûqê re bi dan û standina fikr û nêrî wê aliyê hiqûqî yê pêvajoyê bê xurtkirin. Di raporê de zimanê hatiye bikaranîn jî ne di cih de ye. Têgeha ‘terorê’ ya di raporê de hatiye bikaranîn, ne li gorî rihê pêvajoyê ye.”
 
‘Divê bi endamên rêxistinê re siyaset bê kirin’
 
Berfîn Demîrtaş di berdewamiyê de balkişand ser sernavê ‘Der barê pêvajoyê de pêşniyara sererastkirina qanûnî’ ya di raporê de û got: “Ji bo endamên rêxistinê yên çek berdane vegerin Tirkiyeyê divê ev qanûn adîlane û giştî bin. Bi vê qanûnê re divê jiyaneke adîlane û guman ji holê bên rakirin, bê hedefkirin. Di mijara pêkanîna biryarên DMME’yê de kêmasî hene. Divê ev biryar bê kêmasî pêk bên. Her wiha hewcedarî bi destureke bingehîn ya nû heye.”