Li Îranê xwendekar dê çalakiyên girseyî li dar bixin
- 10:24 25 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekarên 9 zanîngehên li Îran û Rojhilat ji bo greva girseyî ya di navbera 27-28’ê Sibatê de banga tevlibûnê kir.
Çalakiyên protestoyî yên di 25’ê Kanûna 2025’an de li Îran û Rojhilat dest pê kirin berdewam in. Protesto, bi grevên giştî yên xwendekaran didomin. Xwendekarên 9 zanîngehan ji bo tevlibûna greva giştî ya di navbera 27-28’ê Sibatê de bang kir.
Zanîngehên bang kirin û saetên çalakiyan wiha ne:
“*Xwendekarên Zanîngeaî kom bibin.
* Xwendekarên Zanîngeha Allemayê dê saet di 12.00’an de li pêşiya bîrdariyê kom bibin.
*Kampusa navendî ya Zanîngeha Azad a Şehrîkurd dê saet di 12.00’ê de li Qada Şakayikê kom bibin.
* Yekeya Zanist û Lêkolînê ya Zanîngeha Azadê dê di 27-28’ê Sibatê (di her du rojan de jî) saet di 12.00’ê de li pêşiya fakûlteyê kom bibin. Heke tevlibûn xurt nebe dê li pêşiya kampusê çalakiya rûniştinê bê lidarxistin.
* Zanîngeha Azad a Navendî ya Tehranê dê saet di 12.00’ê de li pêşiya avahiya sereke kom bibin.
* Xwendekarên Zanîngeha Sohanekê dê saet di 12.00’ê de li pêşberî Fakûlteya Sohanek-Hunerê kom bibin.
* Xwendekarên Zanîngeha Azad a Benderabbasê dê saet di 09.00’ê de kom bibin.
* Li Fakûlteya Zanistên Tipê ya Zanîngeha Azad a Tehranê dê xwendekar saet di 12.00’ê de li pêşiya Fakûlteya Zanistên Tibî yên Nû û Paramedîk kom bibin.
* Zanîngeha Azad a Reştê dê saet di 11.00’ê de li pêşiya fakûlteyê kom bibin.







