DEM Partî: Divê gavên qanûnî neyên taloqkirin
- 18:38 24 Sibat 2026
- Rojane
ENQERE – Piştî rapora komîsyona meclîsê serokê meclîsê Nûman Kurtulmuş bi DEM Partiyê re hevdîtin kir.Di hevdîtinê hat diyarkirin ku divê gavên qanûnî yên der barê pêvajoyê de neyên taloqkirin.
Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş piştî bi dawîbûna xebatên komîsyonê û rapora hevpar serdanên partiyên siyasî didomîne. Di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de Numan Kurtulmuş li koma meclisê ya DEM Partiyê serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan kir. Serokwekîlên Koma DEM Partî Gulistan Kiliç Koçyigit û Sezaî Temelî jî di hevdîtinê de cih girtin. Hevdîtin nîv seatê dom kir û piştî hevdîtinê daxuyanî hat dayîn.
Peşî Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş axivî. Numan Kurtulmuş ji bo piştgiriya ku DEM Partî daye komîsyonê spas kir û ew tişt anîn ziman: “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ku pirsgirêka herî kûr a Tirkiyeyê me serdemeke krîtîk derbas kir. Ji bo ew mesele çareser bibe ya herî girîng jidilbûna aliyan bi hev re ye. Hem berdana çekan û hem xwe fesixkirina rêxistinê û hem jî ji bo endamên rêxistinê ku çekdanînê tevlî civakê bibin divê xebat bi awayekî baş bên kirin. Tirkiye tu car paşve venagere. Em hatine asteke ku nêzî çareseriyê ne. Di vir de em paşve gav navêjin. Rapor helbet ne bi dawîbûne. Ji bo avêtina gavan destpêk e. Komîsyonê û partiyên tevlî komîsyonê bûne berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih anîne. Ji bo ew pirsgirêk çareser bibe em ê bi hev re bixebitin. Yên ku serbikevin hemû welatiyên Tirkiyeyê ne.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî diyar kir ku wan hevdîtineke baş ji serokê meclisê re pêkanîne û wiha axivî: “Rapor girîng bû. Di raporê de xalên me lihevkiribû jî hebûn û xalên em cuda difikirîn jî hebû. Li Tirkiyeyê cara yekemin 5 partiyên cuda li meclisê li ser raporeke li hev kiribûn. Berpirsyariya me hemûyan ew e ku vê pirsgirêkê çareser bikin. Çareseriya pirsgirêka Kurd ne dema niha xilasiya pêşeroja sed salên Tirkiyeyê. Rojhilata Navîn bûye qada agir. Ji bo wê jî divê em çareseriya pirsgirêka Kurd çareser bikin. Ji bo wê jî divê demildest qanûnan bên derxistin. Ji bo pêkanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û bi dawî kirina sepana qeyûman ne hewceyî qanûnan e. Dikarin beriya cejnê vê yekê bikin ku gel 2 cejnan bi hev re pîroz bikin.”







