Li navçeyên Amedê çalakiyên li dijî komployê
- 22:23 15 Sibat 2026
- Rojane
AMED - Li navçeyên Bismil, Farqîn, Xana Axpar, Pîran û Erxenî yên Amedê, bi meşên girseyî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin.
Platforma Saziyên Demokratîk li dijî komploya 15'ê Sibatê li 5 navçeyên Amedê meşên protestoyê li dar xist. Di çalakiyan de ku meşale, ronahiya telefonan hatin bikaranîn, hêrs û berteka li dijî komployê derket pêş.
Bismil
Platforma Saziyên Demokratîk li Bismilê meşekî girseyî li dar xist. Meş ji ber avahiya DEM Partiyê ya navçeyê dest pê kir û heta Qada Bajêr dewam kir. Piştî meşa ku bi ronahiya telefonan, Hevserokê DBP’ê yê Navçeyê Yusuf Ataş metna hevpar xwend. Daxuyanî bi dirûşman ve bi dawî bû.
Xana Axpar
Li Xana Axparê, komploya 15’ê Sibatê bi meşekê hat şermezarkirin. Meş ji ber avahiya Rêxistina DBP’ê dest pê kir û heta navenda navçeyê berdewam kir. Di çalakiyê de bi sedan kesan dirûşma “Bimire roja reş” berz kirin. Rêveberê DEM Partiyê yê navçeyê Ahmet Başboga diyar kir ku komploya sala 1999’an, îro li Rojava û Rojhilata Navîn dixwaze bê nûkirin, lê bi têkoşîna ji bo aştiya birûmet dê ev êriş bên têkbirin.
Erxenî
Li Erxeniyê jî meşek ji ber avahiya DEM Partiyê heta Parka Botanîkê hate lidarxistin. Nûnerê MEBYA-DER’ê yê Erxeniyê Haci Abbas Savar li vir axivî û komplo şermezar kir. Çalakî bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.
Pîran
Li Pîranê meş ji Uçyolê dest pê kir û heta avahiya TEDAŞ’ê dewam kir. Di meşa bi meşaleyan de dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” hatin berzkirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Pîranê Yuksel Bozkurt bang kir ku bila tavilê mercên xebatê yên azad ji bo Abdullah Ocalan bên avakirin.
Daxuyanî bi çepikan ve bi dawî bû.
Farqîn
Endamên Platforma Saziyên Demokratîk li Farqînê jî daketin qadan. Meşa ku gelek welatî beşdar bûn, ji ber avahiya DEM Partiyê dest pê kir û heta ber Edliyeyê berdewam kir. Hevserokê navçeyê Mahfuz Kizilduş li vir metna daxuyaniyê ya hevpar xwend.







