Komploya 15'ê Sibatê li Edeneyê hate şermezarkirin
- 15:34 15 Sibat 2026
- Rojane
EDENE - Li navçeya Ceyhanê, Rêxistina Navçeyê ya DEM Partiyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kir.
Li navçeya Ceyhan a Edeneyê, Rêxistina Navçeyê ya DEM Partiyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kir. Gelek kes beşdarî çalakiya şermezarkirinê ya li ber avahiya DEM Partiyê bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Ceyhanê Tahîr Ozdemîr daxuyanî da û anî ziman ku li hemberî polîtîkayên êriş û tecrîda li ser Rêber Apo wê li dora "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" têkoşîna xwe dewam bikin.
Ozdemîr diyar kir ku pêvajoya di 9'ê Cotmeha 1998'an de destpê kir di 15'ê Sibata 1999'an de bi dîlgirtina Rêber Apo ya li Îmraliyê dewam kir û anî ziman ku li gel mercên tecrîda giran jî çareseriya demokratîk û perspektîfa aştiyê ya bi rûmet komplo têk biriye.
Ozdemîr her wiha destnîşan kir ku wê di çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd de israr bikin.
Ozdemîr ragihand ku wê rê nedin hewldanên komployên nû yên li ser Rojava û tevahiya herêmê û got, bi berxwedana hevpar a gelan êriş bi giranî hatin têkbirin.
Daxuyanî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.







