Daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin
- 09:04 14 Sibat 2026
- Rojane
STENBOL - Di ser komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat de 26 sal derbas bû. Jinan di salvegera komployê de ji ajansa me re nirxandin kirin û diyar kirin ku divê demildest mafê hêviyê pêk bê, azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê.
Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 26 sal li pey xwe hişt. Di vê pêvajoyê de tevî biryarên Dadgeha mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), ‘mafê hêviyê’ pêk nehat. Bi wesîleya salvegera komployê jinên nêrînên xwe anîn ziman diyar kirin ku divê demildest azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê.
Jina bi navê Suphiye Teymurtaş wiha got: 15’ê Sibatê ji bo me hemûyan roja reş e. Em şer naxwazin. Wekhevî û yekitiya gelan di vê pêvajoyê de girîng e. Em dibêjin aştî ew dibêjin şer. Ew bi kuştinê nikarin me biqedînin. Pergalê tu carê aştî nexwest. Ji ber ji şer û xwînê xwedîdibin. Hemû dewlet êrîşê Kurdan dikin. Ew nikarin Kurdan biqedînin. Em li dijî zilmê ne. Azadiya serokatiya me girîng e. Baweriya me bi dewletê tuneye. Ger ku bixwazin baweriya me ava bibe dive azadiya serokatiya me pêk bînin.
Îpek Çakan: Serokatiyê 27’ê Sibatê de peyamek şand û rê û rêbaz nîşanê me da. Divê em jî xwedî li vê peyamê derkevin. Lê azadiya fîzîkî ya serokatiyê ferz e. Em serokatiya xwe dixwazin. Serokatî 28 sal in girtiye. Divê bê berdan. Gel Kurd vê dixwaze. Em serokatiya xwe dixwazin.
Raşîde Yildiz: Heta serokatiya me azad nebe em jî ne azadin. Azadiya serokatiya me pêk neyê aştî jî ne pêkane. Yekane daxwaza me azadiya fîzîkî ya serokê me ye. Dewlet ne samimiye. Me mijûl dike. Em vê qebûl nakin. Divê demildest mafê hêviyê pêk bê.
Kiymet Keleş: Em her tim li alî aştiyê ne. Em azadî û wekheviyê dixwazin. Wekhevî û azadî mafê me ye. Daxwaza me azadiya serokatiya me ye.
Yeter Erkmen: Em azadiya serokê xwe dixwazim. Em şer naxwazin. Divê ji bo aştiyê gav bên avêtin. Desthilatdarî divê demildest gavê bavêje û her wiha serokê me serbest berde.
Havva Ogun: Me tu carê neheqî qebûl nekir. Em qebûl jî nakin. Em heta hebin em ê berxwe bidin. Êdî bes e. Em gava şênber dixwazin. Divê serokê me û hemû girtiyên siyasî demildest bên berdan.







