‘Bila deriyên sînor bên vekirin û alîkarî bigihêjin cihê xwe’
- 09:03 5 Sibat 2026
- Rojane
Evîn Çîftçî
RIHA - Dayikên Aştiyê kut evli şîna şervanên HSD’ê yên li Çilaxa di êrîşa DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan bûn bang kirin ku divê deriyên sînor yên Rojava demildest bên vekirin û alîkarî bigihêjin cihê xwe.
HTŞ û çeteyên girêdayî Tirkiyeyê di 6’ê Çile de li dijî Rojava êrîş dan destpêkirin û jiyana hevpar a li Rojava hedef girtin.Piştî berxwedana li dijî êrîşan şûnde di 30’ê Çileyê de di navbera Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê (HSD) Û HTŞ’ê de agirbest û peymana entegrasyonê hat îmzekirin. Tevger li herêmê didome û hîna jî ji bo alîkarî bigihêjin Kobanê deriyên sînor nehatine vekirin. Gelê ku li her çar alî daketin qadan daxwazên xwe û bangên xwe yên ji bo Rojava didomînin.
Di êrîşa HTŞ û çeteyên hevkarên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek şervan û welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Li herêma Çilaxa di 26’ê Çile de di êrîşa ku HTŞ’ê kir de şervanê HSD’ê Delîl Elkatmiş jiyana xwe ji dest da. Ji bo Delîl Elkatmiş li gundê Kadikoy a Wêranşar a Rihayê şîn hat danîn. Dayikên Aştiyê di şînê de axivî û diyar kirin ku divê demildest deriyên sînor bên vekirin.
‘Bila deriyên sînor bên vekirin’
Îslîm Demîr da zanîn ku divê deriyên sînor bên vekirin û TIR’ên alîkariyê bigihêjin cihê xwe û wiha vegot: “Rojava bi dijminekî ku baweriya wan tune ye re rû bi rû ye. Em naxwazin zarok ji birçîna, tîna bimrin. Zarokên me dikujin û ji cihên bilind vedavêjin. Divê em şer raweste. Em aştiyê dixwazin. Lê mixabin pêvajoya aştiyê dixitime. Em diçin sînor deriyan venakin. Em şehîdandidin lê em biçin ku derê qedexeye. Nahêlin şehîdên me bên. Bila alîkariyên ji bo Rojava bigihêjin cihê xwe. Ji vê zilmê re êdî bes e.”
‘Divê gelê Kurd rabe ser piyan’
Kamîle Kazici destnîşan kir ku ew aştiyê dixwazin û bang li gelê Kurd kir ku rabin ser piyan. Kamîle Kazici ev tişt anî ziman: “Li ser gelê Kurd polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Di vê riyê de du zarokên min şehîd ketin. Em aştiyê dixwazin. Kurê min şehîd ket goreke wî tune ye. 12 sale ji keça xwe agahiyê nagirim. Kobanê di bin dagirkirinê de ye. Zarok ji birçînan ji tîbûnê dimrin. TIR’ên ji bo Rojava diçûn hatine desteserkirin. Em aştiyê dixwazin. Divê gelê Kurd rabe ser piyan.”
‘Divê her kes têbikoşe’
Menekşe Kanbag daxuyakirin ku divê hemû Kurdistan ji bo Rojava rabe ser piyan û got wê dest ji armanca yekitiyê bernedin. Menekşe Kanbag wiha bi lêv kir: “Zarokên me li Rojava ji sermayê dimrin. Bila deriyên sînor demildest bên vekirin. Bila alîkarî bigihêjin Rojava. Divê gelê Kurd rabe ser piyan û xwedî li têkoşînê derkevin.”
Dayika Aştiyê Safiye Ay jî wiha anî ziman: “Zarokên me tên qetilkirin, an jî girtin. Em dibêjin aştî. Lê baweriya me nemaye. Ger aştî hebe bila deriyan vebikin. Mirov tî û birçîne. Bila demildest deriyan vebikin.”
Bedriye Ulutaş jî wiha bi lêv kir: “Me qetil dikin ji avahiyan de davêjin. Dixwazin Kurdan tune bikin lê em heta mirinê hene û wê hebin. Em heta dawî li pişt doza xwe ne. Em ligel Rojava ne.”







