Saziya Avê ya Kobanê: 14 stasyonên avê naxebitin
- 12:26 4 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Avê ya Kobanê daxuyand ku ji ber birîna elektrîkê 14 stasyonên ava vexwarinê ji xizmetê derketine.
Saziya Avê ya Kobanê li pêş Şaredariya Gel a Kobanê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevseroka Saziya Avê Zozan Xelîl ve hate dayîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber birîna elektrîkê 14 stasyonên avê nikarin bixebitin û nêzî 20 rojan e bajarê Kobanê û gundê wê bê av mane. Hate diyarkirin ku ev yek li ser jiyana 500 hezar kesî xetereyê çêdike.
Her wiha îşaret pê hate kirin ku sozên têkildarî dayîna elekrtîkê hatine dayîn jî bi cih nehatine.







