Li dijî êrîşên li ser Rojava bertek: Em yek parçe ne
- 09:05 4 Sibat 2026
- Rojane
Melîke Aydin
STENBOL - Jinan êrîşên li ser Rojava protesto kirin û li dijî HTŞ û çeteyên cîhadîst banga mezinkirina têkoşîn û berxwedanê kirin.
Li Kadikoyê ya Stenbolê di 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya Bi Rojava ya Cîhanê re, bi hezaran kes hatin gel hev û êrîş şermezar kirin. Jinên tevli çalakiyê bûn li dijî HTŞ û çeteyên cîhadîst banga yekitiyê kirin û peyama wê berxwedanê bidomînin dan.
‘Divê hemû jin bibin yek’
Jina bi navê Gurbet Alkan diyar kir ku agirbesta di 30’yê Çileyê de bi HTŞ’ê re hatiye kirin girîng e lê têr nake û wiha got: “Di vê nokteyê de divê gelê Kurd her tim bi xwe bawer be. Divê hemû jin bibin yek. Ji kîjan nîjadê dibe bila bibe divê her kes bê gel hev û rabin ser piyan. Têr neke jî li her derê serhildan hebû. Me jinan her tim piştgirî da. Ji ber em Kurd bûn piştgiriyek baş nehat dayîn. Divê jinên Kurd, Tirk, Elewî û Çerkez bibin yek. Ji ber ew jinan xetere dibînin. Divê hemû jinên Tirkiyeyê li dijî van êrîşan bibin yek.”
‘Divê Tirkiye dev ji piştgiriya ji bo çeteyan berde’
Dayika Aştiyê Sabîha Bozan jî da xuyakirin ku di bin navê ol de komkujî tên kirin û destûrê nadin cenazeyên Kurdan li gorî îslamê bên şûştin û wiha anî ziman: “Silawatan tînin û zarokan, sivîlan qetil dikin. Ev ne ola tu kesî ye. DAIŞ’ê nav guheriye, Kurdan, Elewiyan, Durziyan qetil dike. Lê li Rojava hemû gel di nava aramiyê de ligel hev dijîn. Ez bang li hemû Kurdan dikim. Bila vê zilmê qebûl nekin. Em êrîşan şermezar dikin. Bila Tirkiye dest ji piştgiriya ji bo HTŞ û DAIŞ’ê berde.”
‘Kurd azadiyê dixwazin’
Hulya Bakir destnîşan kir ku gel ji warê xwe hatiye kirin û wiha bi lêv kir: “Dema min dîmenên tundiyê dîtin ez li cihê xwe nesekinîm. Kî bûna wê dengêxwe bilind bikira. Ev ne tiştekî normal e. Çima her tim zilm li Kurdan tê kirin. Em hatin vir, polîsan em lêgerîn kirin tehemulê me, nekirin. Em dixwazin stranên me bên gotin, li dibistanan zarokên me bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Em azadiyê dixwazin. Êdî bes e. Em şer naxwazin, em aştiyê dixwazin.”
‘Em axa xwe dixwazin’
Saîme Tunç jî wiha vegot: “Dixwazin gelê Kobanê bikujin. Kurd bi awayekî azad zimanê xwe naxivin. Em ji bo gelê Kurd azadî û wekheviyê dixwazin. Bila jin neyên qetilkirin. Bila zarok neyên qetilkirin. Em axa xwe dixwazin. Ew dixwazin Kurd bibin kole. Em ne koleyê tu kesî ne. Em serbilind in.”
‘Em ê bi ser kevin’
Çîçek Çakar jî ev tişt vegot: “Em dixwazin Kurd bibin yek. Em ê bi ser bikevin. Em şervanan silav dikin. Em ne çar parçe em yek parçe ne. Bijî Rojava, bijî Kobanê, em ê teqez bi ser bikevin.”







