‘Rapora komîsyonê divê demildest bê parvekirin’
- 21:09 3 Sibat 2026
- Rojane
ENQERE- Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan û Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu piştî hevdîtina bi rojeva Rojavayê, civîneke çapemeniyê li dar xistin. Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku divê rapora komîsyonê demildest bi raya giştî re bê parvekirin û Davûtoglû jî got ku ger gavên şaş bên avêtin, dê careke din ber bi pêvajoyeke pevçûnê ve biçin.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan û Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu piştî hevdîtina bi rojeva Rojavayê, civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku wan serdana Rojavayê û Peymana 30'yê Çileyê ya di navbera Şam û HSD'ê de hatiye îmzekirin bi awayekî erênî dîtine û destnîşan kir ku divê peyman were bicîhanîn û divê Tirkiye jî beşdarî pêvajoyê bibe. Tulay Hatîmogûllari daxwaza vekirina Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê kir da ku alîkariya mirovî ji Tirkiyeyê bigihîje Kobanê û xwest ku rapora komîsyona ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye avakirin demildest bi raya giştî re were parvekirin.
Tulay Hatîmogullari her wiha diyar kir ku derxistina qanûnên taybet, vekişandina qeyûman, bicîhanîna biryarên DMME'yê û berdana girtiyên siyasî dê baweriya gel zêde bike.
Ji aliyê din ve, Ahmet Davutoglu jî bal kişand ser xetereyên jeopolîtîk ên li herêmê û diyar kir ku gavên xelet û provokatîf dikarin bibin sedema pêvajoyeke pevçûnê. Ahmet Davutoglu destnîşan kir ku sê stûnên pêvajoyê hene: Tirkiye, Iraq û Sûriye û aştî tenê bi baweriya hevbeş û aqilê selîm mimkun e.







