Li Silêmaniyê panela ‘Di têkoşîna Kurdan de jin û berxwedan’

  • 15:33 2 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Zanîngeha Silêmaniyê panela ‘Jin û berxwedan di têkoşîna Kurdan a duh û îro de’ hat dayîn. Di panelê de behsa dîroka têkoşîna jinan hat kirin û hat gotin ku jinên Rojavayê Kurdistanê di qada leşkerî de serkeftina xwe ispat kirine.
 
Li salona konferansan a li Zanîngeha Silêmaniyê panelek hevbeş di navbera Zanîngeha Silêmanî û Zanîngeha Çermo de bi navnîşana ‘Jin û berxwedan di têkoşîna Kurdan a duh û îro de’ hat dayîn.
 
Di panelê de Geşe Dara û rojnamevan Şino Remzî têkildarî têkoşîna jinên Kurd axivîn.
 
Di despêkê de Geşe Dara Hefîd axivî, behsa dîroka têkoşîna jinan a li Kurdistanê kir û got: “Partiyên siyasî rol bi jinan dane, lê di nava şoreşan de pişta xwe bi jinan girênedane. Ev yek zêdetir di nava PDK’ê de te dîtin. Li nava YNK’ê de ta radeyek baştire. Ev jî di demek de ye ku jinan hertim xwestine tevlî têkoşîn û berxwedanê bibin.”
 
Geşe Dara Hefîd îşaret bi têkoşîna jinên Rojavayê Kurdistanê kir û got: “Li Rojava rewş berovajiye, jin perwerde dibînin. Di warê siyaset, leşkerî û îdarî de rolek mezin û bi bandor hene. Ew hêza wan heye ku rûbirûyê dijmin bibin. Xebata çekdarî bi pêşengtiya jinan û serkeftina jinan a li wêderê ispat bûye.
 
Piştre rojnamevan Şino Remzî jî li ser têkoşîna jinên Kurd axivî û got: “Bi awayek giştî partiyên siyasî nekarîne jinan li ser xetek îdeolojiya netewî birêxistin bikin. Lê bi avabûna PKK’ê re piştî salên 1980’yan li Bakurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê jinên Kurd bûne xwedî hişyariyek netewî û karekterekî siyasî bidest xistine. Vê yekê jî hişt ku jinên Kurd rolek giring di xebat û têkoşîna Kurdan de bibînin.”
 
Di dewamê de Şino Remzî got: “Jinên Kurd di aliyê îradeya siyasî, dîrokî û olî de ji jinên netewên din cûda ne. Jinên Kurd hertim li pey nasnameya xwe ya ku ji wan hatiye standin û dagirkirin de geriyane. Serkeftina şoreşa Rojava jî peywendiya xwe bi wê perwerdeya ku wan dîtî ve heye. Ev jî dîtina nasnameya netewî ya Kurde.”