Li Agiriyê meşa ji bo Rojava: Em ê destkeftiyên xwe biparêzin
- 14:01 2 Sibat 2026
- Rojane
AGIRÎ - Hevserokê DEM Partiyê yê Agirî Serhat Yilmaz Koroglû, di çalakiya ji bo piştgiriya Rojava de axivî û got: “Şoreşa Rojava, bi pêşengiya jinê pêş ketiye û alternatîfek demokratîk e. Parastina van desetkeftiyan berpirsiyariya dîrokî ye.”
Platforma Saziyên Demokatîk, di çarçoveya çalakiyên 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê îro jî li navenda Agiriyê meşekî girseyî li dar xisti. Girseya ku li Cadeya Tahîr Elçî kom bû, bi pankarta “Rojava xeta me ya ser e” heta Cadeya Cumhuriyetê meşiya. Di meşê de bi domdarî dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” hate berzkirin.
Piştî meşê Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik axivî û ev tişt got: “Hûn ê ji bo Filistîn bigirîn lê dema mesele bibe Kurd hûn ê piştgiriyê bidin cîhadîstan. Gelê Kurd û ciwanên Kurd li Rojava û li Kobanê ji bo mirovahiyê berdêlên giran dan. Ji 10 hezarî zêdetir, ciwanin Kurd ji bo cîhan ji tundî û pevçûnan xilas be jiyana xwe ji dest dan. Ev bexwedan ji bo hemû mirovahiyê ye. Rojava ji bo hemû mirovahiyê li ber xwe dide.”
Parlamentera DEM Partiyê Nejla Demîr, êrişên li ser Rojava şermezar kir û wiha axivî: “Rojava duh jî li ber xwe da îro jî li ber xwe dide. Em êrişên li ser Rojava şermezar dikin. Ev berxwedan ji bo parastina destkeftiyan dê bidome.”
Hevserokê DEM Partiyê yê Agirî Serhat Yilmaz Koroglû, destnîşan kir ku pergala Rojava li dijî taritiya Rojava ronahî ye û got: “Li Rojava îradaeya demokratîk û xweseriya gelan şênber bû. Ev şoreşa ku bi pêşengiya jinan pêş ket, li dijî pergalên desthilatparêz alternatîfa herî demokrat e.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.







