Li Strasbourgê ji bo Rojava çalakiyên bêdem:Ji bêdengiyê re bêjin ‘na’

  • 21:35 29 Çile 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakiyên bêdem ên li dijî êrîşên çeteyan ên li ser Rojava li Strasbourgê berdewam dikin. Çalakvanan broşûr li raya giştî belav kirin û banga hevgirtina navneteweyî kirin.
 
Çalakiyên bêdem ên li dijî êrîşên komên cîhadîst ên HTŞ û yên piştgiriya Tirkiyeyê digirin li ser Rojava li Strasbourgê berdewam dikin. Çalakvanan di standa li Qada Kléberê hat danîn de bi gel hetin cem hev û li dijî polîtîkayên dagirkerî û tunekirinê xebatên girseyî meşandin.
 
Di broşûrên ku li standê hatin belavkirin de bang li raya giştî ya Fransî û Ewropayê kirin û bi bîr xistin ku ev parzemîn barbarî û hovîtiyê herî baş dizane. Di broşûrê de bal kişand sere bêdengiya li hember êrîşên li ser Kobanê û Rojava tê wateya şirîkê rûpelên herî tarî yên dîrokê.
 
Çalakvanan diyar kirin ku Kobanê bi rojan e ji aliyê komên cîhadîst ên girêdayî HTŞ û Tirkiyeyê ve hatiye dorpêçkirin û bi sed hezaran sivîl ji av, elektrîk, xwarin û dermanan bêpar mane. Çalakvanan destnîşan kirin ku tiştê ku diqewime ne operasyoneke leşkerî ya asayî ye, polîtîkayeke wêrankirinê ya bi zanebûn e ku armanc dike gel birçîbûn, tirs û tecrîdê bitepisîne.
 
Çalakvanan anîn ziman ku li Rojava, ne tenê gel, di heman demê de azadiya jinan, wekheviya gelan, laîk û hêviya jiyanek demokratîk tê parastin û destnîşan kirin ku windakirina van nirxan wê ji bo tevahiya mirovahiyê windahiyek mezin be. Çalakvanan bal kişandin ser bombebarankirina sivîlan, qetilkirina zarokan, revandina jinan û koçberkirina gel.
 
Çalakvanan bi banga hevgirtina navneteweyî kir û bang li hemû kesên xwedî wijdan, demokrat, sendîkayan, parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên jin û ciwanan kirin ku bikevin tevgerê û wiha domand: "Derkevin kolanan, qadan tijî bikin, zextê li hikûmetên xwe bikin. Ji vî şerê qirêj û vê bêdengiyê re bibêjin na. Dîrok ne yên ku bêdeng dimînin, wê navên kesên ku li ber xwe didin binivîse."
 
Çalakiyên bêdem ên li Strasbourgê wê di rojên pêş de bi çalakî û xwepêşandanên cûr bi cûr berdewam bikin.