Gelê Kobanê li qadan berxwe didin

  • 22:36 29 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên bajarê Kobanê her şev li Qada Jina Azad a li qada bajêr kom dibin li ber stranên şoreşgerî govendê digerînin. Gel bi berwedana xwe peyama serkeftin ya wan e didin.
 
Çeteyên hikûmeta demkî,  DAIŞ û çeteyên piştgiriya Tirkiyeyê digirin ev zêdeyî hefteyekê ye bi çekên giran êrîşên xwe didomînin. Ev êriş û dorpêça dijwar a li dijî bajarê Kobanê ji her alî ve, bûn sedema zehmetiyên dabînkirina pêdiviyên jiyanê.
 
Gelê Kobanê tevî hemû zor û zehmetiyan xwedî li banga seferberiya giştî derkert cihên xwe li gel  şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di parastina bajarê Kobanê de girtin.
 
Gelê Kobanê her şev li Qada Jina Azad li ber stranên şoreşgerî govendê digerînin.