Şandeya KNK’ê serdana Rojava kir
- 16:33 29 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi armanca piştgiriyê şandeyeke KNK’ê ya bi serokatiya Ehmed Karamûs serdana Rojava kir.
Şandeyeke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs, endamên rêveber Dr. Şêrko Heme Emîn, Dr. Hekîm Kerîm, Perwîn Ezîz û endama kongreyê Mecda Ebas pêk tê, bi armanca piştgiriyê serdana Rojava kirin.
Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs diyar kir ku armanca hatina wan ewe ku di vê pêvajoyê de piştgiriya Kurdên Rojava bikin û got piştgiriya Rojava erkekî neteweyî û exlaqî ye.
Ehmed Karamûs bang li tevahî Kurdan kir ku vê erkê bi cih bînin û xwedî li gelê Rojava derkevin.







