YJK-E û KON-MED: Êrîşên dagirkerî û komkujiyê bi dawî bikin

  • 15:02 25 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - YJK-E û KON-MED’ê bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên çeteyên girêdayî HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar kirin û banga çalakiyên bênavber li Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn, kirin.
 
Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) û Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) têkildarî krîza mirovî ya li Rojava, berxwedana Rojava ya li hemberî êrîşên çeteyên hov û bidawîkirina êrîşên çeteyan daxuyaniyeke hevpar dan.
 
Naveroka daxuyaniya hevpar a YJK-E û KON-MED’ê bi vî rengî ye:
 
"Roja Duşemê, 26’ê Çileya 2026’an, 11’emîn salvegera serkeftina Kobanê ya li dijî DAÎŞ’ê ye. Gelê Kobanê di 26’ê Çileya 2015’an de yek ji hovtirîn rêxistinên terorîst ên cîhanê têk bir, ne tenê ji bo rûmeta Kurdan,  ji bo hemû mirovahiyê têkoşînek da.
 
Berxwedana Kobanê bûye sembola têkoşîna jinên Kurd a ji bo azadî û rûmeta mirovahiyê. Çalakiya Arîn Mîrxan a li dijî DAÎŞ’ê îfadeya herî xurt a berxwedana dîrokî ya jinên Kurd a li dijî vê hişmendîya tarî û neyarê jinan e. Jinên Kurd ne tenê hebûna xwe, di heman demê de rûmeta hemû mirovahiyê li dijî van çeteyên barbar û hov ku jinan wek kole dibînin, parastin. Ev têkoşîn îro jî weke pîvaneke jiyanê li ser bingeha azadiya jinan berdewam dike.
 
Ji destpêka meha Çileyê ve ye êrîşên çeteyên girêdayî DAÎŞ, HTŞ û dewleta Tirk li seranserê Rojava bênavber berdewam dikin. Bi taybetî bajarê Kobanê û derdora wê bi krîzek mirovî ya giran re rû bi rû ne. Ev herêm, ku nêzîkî 500,000 kes lê dijîn û di bin dorpêça rêxistinên terorîst de ye. Av, elektrîk, înternet, xwarin û pêdiviyên bingehîn tune ne û radestkirin jî astengdar e û qedexe ye.
 
Mixabin, ji 24’ê Çileyê ve ye çar zarokan ji ber sermaya dijwar jiyana xwe ji dest dane. Ev bi awayekî eşkere krîzeke mirovahî ye. Di serî de sekn û nêzîkatiya Neteweyên Yekbûyî, bêdengiya rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî, nayê qebûlkirin û rûreşîya mirovahiyê ye..
 
Yazdeh salan beriya niha, gelê Kurd ji bo rûmeta tevahiya cîhanê parastina Kobanê kir; îro, ew bi êrîşên ku ji hêla çeteyan ve têne organîzekirin re rû bi rû ne, ku encama komployeke navneteweyî ye. Tevî vê yekê, gelê Kurd, di serî de li Kurdistanê û li seranserê cîhanê, li dijî van êrîşan seferber bûye û li ser pîyan e.
 
Em, weke YJK-E û KON-MED’ê bang li hemî gelê xwe yê li Elmanyayê dijîn, dikin ku bê rawestin çalakiyan berdewam bikin. Bêçalakîbûn mirin e. Divê li hemberî vê hovîtiyê îro çi ji destê kê tê, bike. Li hemberî van êrişên dermirovî, yekane rêya serkeftinê bi bilindkirina têkoşîneke hevpar pêkan e.
 
Di demeke nêz de çar zarokên ji Kobanê ji ber serma û şertên dijwar jîyana xwe ji dest dane. Bêdengiya sîstema navneteweyî, terorîst û çeteyên kujer cesaret dike û rê li ber  komkujiyên nû vedike. Li hemberî vê rewşê, em bang li her kesê xwedî wijdan û exlaq û her wiha li gelê Kurd ên xwedî xîret dikin ku bi berpirsiyarîya dîrokî  rabin û bi şêweyên seferberiya yekîtiya neteweyî tev bigerin û bi ruhê Kobanî têkoşînê bilind bikin.’’