Xelkê Silêmaniyê ji bo Rojava daketin kolanan
- 16:49 24 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê Silêmanî îro jî daketin kolanan û ji bo piştgiriya Berxwedana Rojava di nava çalakiyê de ne.
Pştî pêşkêşkirina Orkestraya Hunerî û Parastina Welat li ser Rêya Salim ya Silêmaniyê dest bi meşeke girseyî ya tevlîbûna hemû beşên civakê kir. Bi hezaran ku ji hunermend, nivîskar, nûnerên aliyên siyasî, mamosteyên ol, jin, ciwan û hemû beşên civakê tevlî meşê bûne.
Di meşê de ala Herêma Kurdistanê, YPG û QSD hatin bilindkirin. Bê navber dirûşmên "Bijî Berxwedana Rojava", "Yeke Yeke Yeke Kurdistan Yeke", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Rojava Ne Bi Tenê Ye, Deriyê Azadiyê Ye" hatin qîrkirin.
Di meşê de gelek pankart hatin hildan ku piranî "KEZÎ" li ser hebûn. Bi vê yekê peyamek da ku çeteyên destdirêjî porên şervanên YPJ’ê kirîn hate nîşandan.
Berî destpêkirina meşê ji aliyê Orkestraya Ciwanên Newaw ve konserteke hunerî û dirûşmên parastinê hate pêşkêşkirin.







