Li Mêrdînê Şiyar be! Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê hat avakirin
- 16:26 30 Mijdar 2025
- Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdînê 47 saziyên xwe dane gel hev û di çarçoveya têkoşîna li dijî tiryakê de “Şiyar Be! Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê” ava kirin.
Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, odeyên pîşeyî, rojnameger û nivîskar jî di nav de bi giştî 47 saziyên li Mêrdînê hatin gel hev, di çarçoveya têkoşîna li dijî tiryakê de “Şiyar Be! Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê” ava kirin. Platform, bi meş û daxuyaniyekê hate ragihandin. Endamên platformê ku li pêşiya avahiya PTT’ê ya Bajarê Nû hatin gel hev, pankarta “Ne jehrê, hêviyê hembêz bike” hilgirtin û bi dirûşma “Şiyar be! Azad be! Aram be! Ava ke!” meşiyan. Di dema meşê de dovîzên li dijî tiryakê hatin hilgirtin. Meş, heta derenceyên Parka Karayollariyê domiya. Piştre jî daxuyanî hate dayin.
Kurdiya metna daxuyaniyê ya bi sernavê “Em civakê bi hev re biparêzin” ji berdevkên platformê parêzer Dîlan Koç û ya bi Tirkî jî Mucahît Cevheroglû xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dema civak ji nirxên çandî û exlaqî qut dibe, biyanî dibe û nasnameya wan tevlihev dibe. Bi domdarî hate gotin ku civakên nikarin nirxên xwe yên civakî biparêzin an asîmîle dibin an jî tune dibin.
Bi domdarî wiha hate gotin: “Pergala Kapîtalîst; civakek bêhiş, ji xwe dûrketî, parçebûyî û qelsbûyî armanc dike. Lewma birêvebirina parçeyan anku kesan wekî ku tê xwestin ji rêvebirina civakek yekgirtî hêsantir e. Bi vî awayî, kes hêza xwe ya ramanê winda dike û bi darê zorê dikeve nav kesayetî û şêwazên têkiliya ku ji hêla pergalê ve neçar dihêle.
Ev pergala bi jehrî digel ku êrişî hêza civakê dike wisa jî aliyên civakê yên qels ji xwe re dike hedef. Hêmanên wekî elimandinên hişbir, fihûş û çilvirînê dizivirîne amûrên êrişê û bi bandor li dijî civakê bikar tîne. Ev pirsgirêk ne tenê zerarê dide ferd, di heman demê de zerarê dide tevna civakî û hêza berxwedana civakê dişkîne. Hişbir û fihûş, amûrên bi kêrhatî ne ku civakê ji hundir ve dirizîne û pergala kapîtalîst û serdest xwe bi van amûran xurt û mezin dike. Bi van amûran, bandorê li hemû beşên civakê dike û yekitiya civakî parçe dike.
Elimandina madeyan, ne pirsgirêkeke ku tenê bandorê li tenduristiya fîzyolojîk an jî psîkolojîk a kesan dike ye. Ev pirsgirêk jehrekê berbelavî siberojê dike û exlaq û nasnameya civakê belav dike û dihelîne. Kesê ku pergala hişê wî/wê ya navendî hilweşe, ne tenê ji hêla biyolojîk ve di heman demê de ji hêla ramanî ve û ji hêla hilberînê ve jî têk diçe. Bi vî awayî hêza xwe ya ramanî, hilberandin û berxwedanê jî winda dike. Ji ber vê yekê, kesê ku tiryakê ve girêdayî dibe, dibe amûrek bêhêz û bi hêsanî tê beralîkirin.
Pergala kapîtalîst tiryakê weke çek bikar tîne; Ji bo civakê ji nirxên exlaqî qut bike û bike civakeke bê vîn, ciwanan dike hedef û vê tiryakê belav dike. Ji ber ku temenê bikaranîna tiryakê li Kurdistanê daketiye 9 saliyê ev yek bi awayekî aşkera nîşan dide ku ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêkeke takekesî ye, di heman demê de pirsgirêkeke pergaliye jî.
Fihûş jî wekî tiryakê yek ji sûcên herî mezin ên li dijî rûmeta mirov û civakê ye. Dema ku pergala kapîtalîst laşê mirovan vediguherîne ‘maşê’, vê hilweşandinê jî wekî rewşek xwezayî nîşan dide. Têkoşîna li dijî fihûşê ne tenê bi tevdîrên cezakirinê, di heman demê de bi veguhertineke ber bi koka xwe ve pêkan dibe. Divê ev veguhertin xizaniyê, nebûna perwerdehiyê û pergala ku mirovan ber bi bêhêvîtiyê ve dibe bike hedef. Ji ber ku fihûş ne hilbijartinek e, lê encamek e ku ji hêla bêhêvîtiyê ve hatiye ferzkirin. Lê belê em ê vê rewşê qebûl nekin û nakin jî. Banga me ji civakê re ye; têkoşîna li dijî madeyên hişbir û fihuşê ne pirsgirêkeke takekesî û malbatî ye, meseleya wijdan û siberoja vê civakê ye.
Azadî, bi nûveavakirina nirxên xwe yên ferdî yan jî civakî re derbas dibe. Ev nirxên henê ne tenê ji bo takekesî, pêşeroja tevahiya civakê diyar dikin. Civak encax bi jiyîna nirxên xwe dikare weke xwe bimîne û xwe biparêze.
Pirsgirêkên wek tiryak, xizanî, fihûş û gendelî ne tenê pirsgirêkên takekesî ne, di heman demê de pisgirêkên pergalî ne. Çareserkirina van pirsgirêkan ji hişmendiya takekesî wêdetir, birêxistinkirina civakî re pêwîst e. Pêvajoya avakirina civakê li ser bingehê nirxên exlaqî ji nû ve birêxistinkirinê, li ser xwebûna ciwan û civakê jêneger dike.”
Bi domdarî bang li ciwan, jin, malbat û civakê hate kirin û wiha hate gotin: “Rêxistinên girseyî yên demokratîk û em hêza pêşeng a vê têkoşînê ne. Em hemû ji hişbirên ku siberoj û azadiya me ji me distînin re dibêjin na. Ger sedema hebûna me çareserkirina pirsgirêkên civakî ye, wê çaxê niha em bi hev re têbikoşin. Bi kurt û kurmancî em hemû berpirsyar in. Em dikarin bi hev re civakek li ser nirxên exlaqî ava bikin. Di destê me de ye ku em vê tarîtiyê têk bibin. Ji ber ku nirxên ku civakê wenda kiriye bi bêdengiya me re winda dibin. Werin em bi hev re vê bêdengiyê bişkînin û bi hev re pêşerojeke azad ava bikin. Em xwe rêxistin bikin. Hişmendiya xwe pêş bixin û xwe azad bikin”
Daxuyanî, bi dirûşman bi dawî bû.







