'Ji bo em bibin dengê jinên girtî em li vir in'

  • 15:07 24 Mijdar 2025
  • Rojane
 
ÎZMÎR – TJA'yê li ber Girtîgeha Şakranê daxuyaniyek da û got, "Em jin dizanin ku azadî, aştî û cîhanek bê tundî mimkun e û em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku em vê jiyanê bi hev re bi civakek demokratîk ava bikin."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi şîara "Em bi hev re ne ku bibin dengê hevalên xwe yên jin ên girtî" daxuyaniyek çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de, ku li ber kampusa Girtîgeha Şakranê hat lidarxistin, pankarta bi nivîsa "Bi civaka demokratîk ber bi jiyana azad ve. Jiyanek azad bê tundî di civaka demokratîk de" hat vekirin, her wiha sloganên wekî "Bijî berxwedana zindanan", "Jin, jiyan, azadî" pir caran hatin qîrîn. Wêneyên jinên ku hatine kuştin jî di daxuyaniyê de hatin hilgirtin. Gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk, xizmên girtiyan û welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna Kurdî ya daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Emîne Bozdag û ya Tirkî jî ji hêla Leyla Kaygisiz ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"
 
Em ber bi 25’ê Mijdarê ve diçin, dîsa carekê li ber çavan e wateya dîrokî ya têkoşîna jinan a li dijî şiddet, îstîsmar û newekheviyê. Ji berxwedana Xwişkên Mirabelê ve, 25’ê Mijdar ji bo hemû jinan ne tenê bîranîna êşên borî ye, di heman demê de navê parastina jiyanê, edaletê û aştiyê ye îro jî. Em îro ev daxuyaniyê, di ruhê 25’ê Mijdarê de, ji bo bibîranîna berxwedana rûmetdar a jinan a li her qadê û ji bo mezinkirina hevgirtinê didin.
 
Şideta li dijî jinan sînor nas nake; dîwarên malê, kolanê, cihê kar derbas dike heta digihîje dîwarên girtîgehan. Bi taybetî jinên girtî yên kurd hem ji ber nasnameya xwe ya siyasî hem jî ji ber jinbûna xwe rastî binpêkirinên mafan yên giran tên. Jinên ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan, mafê tenduristiyê yê wan tê desteserkirin, ji ragihandinê û jiyana civakî têne qutkirin, çîrokên wan nîşana birîneke kûr a di pergala edaletê ya vî welatî de ye. Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne kêmayiyên kesane ne, encama siyaseteke sîstematîk in.
 
Berxwedana jinê li ku bê jî, parastina jiyanê ye. Li zindanên Îranê bi hezaran jin tenê ji ber nasname û daxwaza azadiyê girtî ne. Jin li Îranê bi salan di bin şertên îşkenceyê yên giran de têne girtin; hinekan bi îdamê têne tirsandin, hinekan di bin siya van gefan de jiyana xwe ji dest dane. Dixwazin dengê jinan bêdeng bikin, lê ev zordarî êdî ne tirsê, berxwedanê çêdike. Bi hemû zordariyan re jî qîrîna jinên îranî “Jin, Jiyan, Azadî” bûye sembola têkoşîna jinan a hevpar a derbasî sînoran dibe.
 
Têkoşîna jinan ne tenê li zindanan, li kolanan, li malan û li her qada jiyana civakî di bin êrîşê de ye. Çîrokên Gülistan Doku, Rojîn Kabaiş, Narin Güran û gelek jin û zarokên din bi awayekî bi êş nîşan didin ku li van axan jinbûn çawa bi awayekî sîstematîk dibe hedef. Nebûna lêgerîna berpirsan an jî parastina wan, domdariya şidbeta siyasî ya li dijî jinan eşkere dike. Van pratîkên wendakirin û kuştinê careke din tîne bîra me ku têkoşîna jinan hê jî di navbera jiyan û mirinê de li ser xeteke zirav didome.
 
Ji ber vê yekê jî banga aştiyê û çareseriya demokratîk a ku Abdullah Öcalan di 27’ê Sibatê de kiriye, wate û lezgîniya têkoşîna jinan kûrtir dike. Heya ku siyaseta şer û pevçûnê bidome, jin hem di zindanan de hem jî li kolanan wê bibin hedef. Azadiya jinan û aştiya civakî bi perspektîfa çareseriya demokratîk a di vê bangê de rasterast girêdayî ye. Em jin dizanin ku dawîhatina tecrîdê û vekirina kanala diyalog û çareseriyê, wateya hejandina kokê şidbeta li dijî jinan e.
 
Îro em, ji mîrateya vê berxwedanê hêz bigrin, careke din qîr dikin: Jiyana ku her cure şidbeta li dijî jinan lê têk çûbe, jiyana ku jin bi azadî lê bijîn, mimkun e. Ev jiyan tenê bi civakeke demokratîk a li ser bingeha wekhevî, edalet û demokrasiyê mimkun e. Em jin dizanin ku azadî, aştiy û cîhaneke bê şidet mimkun e û heta em vê jiyanê bi hev re bi Civaka Demokratîk ava bikin, emê têkoşîna xwe bidomînin."