Mirina jinekê ya nehatiye ronîkirin: Rojîn Kabaîş

  • 09:04 23 Mijdar 2025
  • Rojane
 
Buşra Turan
 
WAN - Endama Komîsyona Ji bo Rojîn Kabaîş Edalet, Hîvda Selen bal kişand ser binpêkirinên di doza Rojîn Kabaîş de tên kirin û wih agot: “Me têkoşîn nemeşandiba, wê mirina Rojîn di  nava bêdentiyê de di tarîtiyê de bimana û wê kesî nepirsiya çi pê hatiye. Aqûbeta jinekê pêşeroja jineke din diyar dike. Edaleta ji bo Rojîn Kabaîş pêk bê wê ji bo jinên din yên ciwan bibe hêvî.”
 
Li Tirkiyeyê qetilkirinên jinan her diçe zêde dibin û her roj jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Rêxistinên jinan, diyar dikin ku dikare pêşî li van qetilkirinan bê girtin û dibêjin ku dewlet li şûna jinan biparêze, polîtîkayên tundiyê rewa dike pêş dixe. Li Tirkiyeya ku her roj jinek tê qetilkirin,  lêgerîna edaletê ya ji bo Rojîn Kabaîş jî didome.
 
Endama Komîsyona Ji bo Rojîn Kabaîş Edalet, Hîvda Selen ji ajansa me re axivî.
 
‘Jinên parastina xwe dikin bi cezayên giran tên darizandin’
 
Hîvda Selen balkişand ser qetilkirinên jinan ên li welat zêde bûne û got her roj  4-5 jin tên qetilkirin û got dikare pêşî li vê bê girtin. Hîvda Selen wiha domand: “Feshkirina Peymana Stenbolê qirkirina jinan zêde kir.Bêguman dema Peyman hebû jî tam pêk nedihat û bi vekişandina ji peymanê re gotin ‘hûn dikarin jinan qetil bikin em pêşî lê nagirin.’ Jin diçin qerekolan gilî dikin, şûnde vedgierin. Gumanbar diçin edliye û qerekolan û demildest serbest tên berdan. Polîtîkayên pêk tên qirkirina jinan rewa dikin.”
 
‘Hûn naparêzin wê demê xwe bidin alî ’
 
Hîvda Selan da zanîn ku bernameya ‘sala malbatê’ jî jinan hepsê malê dike û wiha dirêjî dayê: “Dewlet peywira xwe nayne cih. Pêşî li tundiya mêr nagire. Îro evqas jin tên qetilkirin. Ev jî nîşan dide ku dewlet peywira xwe nayne cih. Em jî wek Komisyona ji bo Rojîn Kabaîş  Edalet dibêjin; hûn nikrin biparêzin xwe bidin ali em xwe diparêzin. Em ji bo jiyana her jinekê yek bi yek têdikoşin. Têkoşîna me ya ji bo Rojînê, aqûbeta jineke din diyar dike.”
 
‘Têkoşîna jinan a rêxistinkirî’
 
Hîvda Selen di berdewamiyê de wiha vegot: “Têkoşîna rêxistinkirî ya jinan yekane hêza dikare pêşî li qirkirina jinan û guherina zîhniyeta mêr bigire. Îro ger ku em bikaribin xwe biparêzin sedema vê têkoşîna rêxistinirî ya jinan e. Ew dibêjin ji mirinên bi guman ên jinan re întîxar û dixwazin em jî ji vê bawer bikin. Na em bawer nakin û destur nadin ser wan bê girtin.”
 
‘Ji bo Rojînê  ewil gotin întîxar kiriye’
 
Hîvda Selen bal kişand ser mirina biguman a Rojîn Kabaîş û wiha bi lêv kir: “Ewil gotin ‘întîxar’ kiriye. lê malbatê bi israr têkoşîna xwe meşand û got ev ne întîxar e. Di encama vê de hinek gav hatin avêtin. DNA’yên aîdê du mêran hatin tespîtkirin. Sedema avêtina van gavan jî têkoşîna malbat, jinan, baro û parêzeran bû. Me têkoşîn nemeşandiba wê mirina Rojînê di nava bêdengiyê de di tarîtiyê de bimana. Daxwaza me Komîsyona ji bo Rojîn Kabaîş Edalet ev e ku di lêpirsînê de lêkolînên bi bandor bên kirin.”