Li Rihayê atolyeya 25’ê Mijdarê
- 16:07 6 Mijdar 2025
- Rojane
RIHA - Komxebatên ku ji aliyê TJA’yê ve bi dirûşma "Jiyaneke azad û bê tundûtûjî di civakeke demokratîk de" tên lidarxistin, li taxa Erahê berdewam kirin.
Komxebatên ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve bi dirûşma "Jiyaneke azad û bê tundûtûjî di civakeke demokratîk de" tên lidarxistin, berdewam dikin. Gelek jin beşdarî komxebata ku îro li taxa Erah a navçeya Xelfetî ya Rihayê hat lidarxistin bûn.
Di komxebatê de cureyên sereke yên tundûtûjiya li dijî jinan û pirsgirêkên ku jinên li taxê li ser vê bingehê dijîn û her weha pêwîstî û girîngiya komunan di têkoşîna li dijî tundûtûjiyê de hatin nîqaşkirin.







