TJA'yê sûcên şer ên li Sûdanê şermezar kir

  • 14:25 31 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJA'yê têkildarî şerê li Sûdanê û hedefgirtina jinan wiha got:"Em li kêleka gelê Sudanê ne û şer û sûcên şer ên tên kirin şermezar dikin."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA)  têkildarî şerê li Sûdanê û hedefgirtina jinan daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin:"Bi taybetî jin û zarok rasterast dibin hedefa şer; nexweşxaneyên zayînê û nexweşxane rastî êrîşê tên û bi hezaran jin û zarok ji ber kêmbûna derman û enerjiyê bi rewşên ku jiyana wan di xetereyê de ye re rû bi rû ne."
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Em li kêleka gelê Sudanê ne û şer û sûcên şer ên tên kirin şermezar dikin.
 
Şerê li Sûdanê, ku ji Nîsana 2023'yan ve berdewam dike, gihîştiye aliyekî din û dibe cihê yek ji mezintirîn krîzên mirovî yên cîhanê.
 
Bi taybetî jin û zarok rasterast dibin hedefa şer; nexweşxaneyên zayînê û nexweşxane rastî êrîşê tên û bi hezaran jin û zarok ji ber kêmbûna derman û enerjiyê bi rewşên ku jiyana wan di xetereyê de ye re rû bi rû ne.
 
Yek ji tiştên ku vê wêraniyê nîşan dide, darvekirina Sîham Hassanê ku endama berê ya Parlamentoya Sûdanê bû û ji aliyê milîsên RSF'yê ve li metbexa civakî ya ku wê piştî dema xwe ya parlamenteriyê li Al Fashîrê bi rê ve dibir, ji bo xwarinê bide mirovên ku bi birçîbûnê re têdikoşin, hat îdamkirin."