Rapora otopsiya Ayşe Tokyaz temam bû

  • 20:28 31 Cotmeh 2025
  • Rojane
STENBOL- Rapora otopsiya Ayşe Tokyaz ya ku cenazeya wê li tenişta rê hatibû dîtin, temam bû.
 
Xwendekara zanîngehê Ayşe Tokyaz ku li Kuçukçekmece ya Stenbolê hatibû qetilkirin cenazeya wê di 13’ê Tîrmehê de li tenişta rê hatibû dîtin. Der barê qetilkirina Ayşe Tokyaz de pêşketin didomin. Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê ve hat meşandin de rapora otopsiya hat amadekirin temam bû.  Di raporê de sedema mirina Ayşe Tokyaz wek ‘girêdayê travmaya serî ya kunt şikestina poz û xwîn çûyîna ser mêjî’ hat diyarkirin.