‘Divê ji bo serkeftina pêvajoyê dewlet gavan bavêje’

  • 09:06 31 Cotmeh 2025
  • Rojane
Pelşin Çetinkaya
 
MÊRDÎN - Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Altin Guneş der barê gava krîtîk a Tevgera Azadiya Kurd avêtiye de axivî û got: “Gavên mezin tên avêtin. Li hember vê rayedarên dewletê ji bo serkeftina pêvajoyê gavan bavêjin, niyeta xwe nîşan bidin û civakê di vî alî de kanalîze bike.”
 
Tevgera Azadiya Kurd di 26’ê Cotmehê de daxuyanî da û da zanîn ku dest bi vekişandina hêzên xwe ji Tirkiyeyê kirine. Bandora vê gavê li cîhan û Kurdistanê deng da û çavê gel li gavên şênber ên destilatdariyê ne.
 
Parlamentera Partiya Wekhkevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Berîtan Guneş Altin der barê gava dîrokî ya hatiye avêtin de axivî.
 
‘Gava dîrokî’
 
Berîtan Guneş Altund diyar kir ku bi gava dîrokî re Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan û Tevgera Azadiya Kurd armanca aştiyê zelal daniye holê û got: “Tevgera Azadiya Kurd aşkera ki rku hêzên xwe ji Bakur dikşîne û dibge Qadên Parastina Medya. Piştî vê deklerasyonê û gavên hatin avêtin nîqaşên der barê çareseriya Kurd de jî gihiştin qonaxek din. Gavek dîrokî hat avêtin. Tevgera Azadiyê û Birêz Ocalan jib o aştiyê gavên girîng avêtin.”
 
‘Divê nêzîkatiyên bê şert bên pêşxistin’
 
Berîtan Guneş Altun destnîşan kir ku tevgera Azadiyê û Abdullah Ocalan pêvajo pêş xistine û wiha domand: “Em ji bo aştiyê tevgereke azadiyê ya ku berpirsyariyê digire ser xwe û gavan davêje dibînin, em tevgereke ku pêvajoyê diparêze, pêşî li provakasyonan digire dibînin. Yên rih dan vê pêvajoyê Tevgera Azadiya Kurd û Birêz Ocalan bû. Ji ber vê jî ji vir şûnde ji bo aştiyê divê gav bêyî şert û merc bên avêtin. Divê nêzîkatiyên bê şert bên pêşxistin.”
 
‘Divê rast bên kanalîzekirin’
 
Berîtan Guneş Altin axaftina xwe wiha domand: “Divê dewlet jî ji bo demokratîkbûnê gavan bavêjin û di vî alî de civak bê kanalîzekirin.  Rojên krîtîk, gavên krîtîk. Gavên ku bandor li dîroka cîhanê tên kirin tên avêtin. Li hember vê rayedarên dewletê ji bo serkeftina pêvajoyê gavan bavêjin, niyeta xwe nîşan bidin û civakê di vî alî de kanalîze bike.”
 
‘Demokratîkbûn ji bo komara Tirkiyeyê ferz e’
 
Berîtan Guneş Altin her wiha bi lêv kir ku yên neguherin wê li dijî dîrokê bişkên û wiha bi lêv kir: “Ji ber guherîn tenê li sînorên Tirkiyeyê nabe. Hevsengiyên li Rojhilata Navîn li Cîhanê diguherin hene. Ji ber vê jî her sazbûna ku demokratîk nebe wê li gorî pêvajoyê tevnegere. Ji ber vê jî li dijî gavên ku Tevgera Azadiyê û Birêz Ocalan avêtine divê rayedarên dewletê bêyî şert pêvajoya demokratîkbûnê bimeşîne. Demokratîkbûn ji bo Komara Tirkiyeyê ferze. Ji bilî demokratîkbûna Tirkiyeyê rêbazeke din tuneye.
 
‘Polîtîkaya Qezenckirinê ya herdu aliyan’
 
Berîtan Guneş Altin  gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ‘em polîtîkaya qezenckirinê ya herdu aliyan esas digirin’ bibirîxist û got divê di vê pêvajoyê de ev polîtîka aktîf bibe. Berîtan Guneş Altin wiha dawî lê anî: “Hewcedariya pêvajoyê bi guherînê û veguhertinê heye. Geşedanên li Rojava, statuay gelê Kurd a li Rojava, mayîndebûna  hebûna Rojava li hember Tirkiyeyê ne tehdîde û divê pêşî pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê negire. Divê ev pêvajo bi şert û mercan neyê meşandin û di zemîneke hevpar de çarseriye siyasî û hiqûqî esas bê girtin.”