Endama Kordînasyona Kongra Star Hêvî Silêman jiyana xwe ji dest da
- 21:50 28 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Kordînasyona Kongra Star a Efrîn-Şehba Hêvî Silêman ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.
Endama Kordînasyona Kongra Star a Efrîn-Şehba Hêvî Silêman ji ber nexweşiya penceşêr li bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da.
Hêvî Silêman a ji bajarê Mabeta yê Efrînê di temenê 62 saliyê de jiyana xwe ji dest da. Hêvî Silêman ya dayika 7 zarokan bû, bi welatparêzî, têkoşîn û berxwedana xwe dihat zanîn.
Hêvî Silêman ji mamosteyên destpêkê ku perwerde bi zimanê Kurdî li Helebê di 2010 -2011ˊan de dida û endama damezrîner a SZKˊê bû, ji damezrînerên Meclisa Jinan a Sûriyeyê ye û herî dawî endama Koordînasyona Kogra Star bû.
Hêvî Silêman heman demê de di têkoşîna ji bo gelê Kurd û jinan cih girt, di berxwedana Şêxmeqsûd û Efrînê de roleke pêşeng lîstiye.







