Eva Kittay piştgirî da banga Abdullah Ocalan
- 14:18 28 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Fîlozofa femînîst a navdar Eva Kittay bi peyameke nivîskî piştgirî da banga Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a 27’ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk.
Eva Kittay di peyama xwe de banga Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan weke “hurmeta li hemberî rûmeta mirov û îfadeya azadiya çandî ya gelê Kurd” pênase kir.
Di peyama ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re hatî şandin de, hate diyarkirin ku di demeke ku li cîhanê demokrasî û aştî paş ketiye de, hewldanên wiha “xwedî girîngiya jiyanî ne”.
Peyam bi vî rengî ye: “Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibata 2025’an a Aştî û Civaka Demokratîk, nîşaneya aştiyane ya hurmeta li hemberî rûmeta mirov û xwesteka gelê Kurd a ku ziman û çanda xwe bi rengekî azad bi kar bîne ye. Armanca vê bangê xurtkirina hêviya aştî û demokrasiyê ye. Li cîhana me ku ji demokrasiyê dûr dikeve û şer û pevçûn lê zêde dibin, bi rastî jî pêdiviya me bi hewldanên wiha heye. Ez jî bi temamî piştgirî didim vê seknê.”
Eva Feder Kittay ku femînîstek etîk e û li qadên teoriya edaletê û felsefeya astengdariyê yek ji kesên pêşeng e, bi berhemê xwe yê “Love’s Labor: Essays on Women, Equality, and Dependency” li lîteratura xwe bandorek mezin ava kir. Kittay weke akademîsyenekê jî tê naskirin.







