‘Jinên penaber ber bi fuhuşê ve û zarokan jî ber bi sûc ve dibin’

  • 09:02 19 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
Buşra Turan
 
AMED - Endama Komîsyona Koçberiyê ya ÎHD’ê Ayten Kiran da zanîn ku hem ji derve hem ji hundir koçberî her diçe giran dibe û got: “Li Rojhilata Navîn ji ber şer, xizanî û betaliyê mirov ji axa xwe dur dikevin. Bêguman mexdurên herî mezin yê koçberiyê jin û zarok in. Jinên penaber ber bi fuhuş û zarok jî ber bi sûc ve dibin.”
 
Li gorî rapora ‘îstatîtsîkên koçberiya hundir’ ya Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) di 2024’an de li welat 2 mîlyon û 682 hezar û 673 kes di navbera bajaran de koç kirine. Ji sedî 47’ê vê mêr ji sedî 52.4 jî jin in.  Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Wanê û endama Komîsyona Koçberiyê Ayten Kiran der barê sedemên koçgerin û xizaniyê de axivî.
 
‘Mexdurên koçberiyê jin û zarokin’  
 
Ayten Kiran diyar kir ku di demên dawî de ji ber şerên li Rojhilata Navîn koçberî bi awayekî cidî zêde bûye û got: “Bi rejîm Talîban a li Afganîstanê û pevçûnên li Îranê re  li seranserê Rojhilata Navîn ji ber hawira şer tevgereke koçberiyê hat jiyîn. Wan li ser riya koçberiyê ye û ev dibe sedema ku her kes tê wir. Heta şansê wan yê ku derbasî welatê sêyemîn bibin li vir dimînin. Ev jî di alî kar, starbûnê de pirsgirêkên cidî diafirîne. Mixabin jin û zarok dibin mexdurên herî mezin.”
 
‘Jin dikevin tora fuhuşê’
 
Ayten Kiran balkişand ser rewşa jinên penaber û got: “Jinên ji Sûriyeyê tên, ji bo li Tirkiyeyê bijîn bi mêrên ku bi temen ji wan mezintirin re tên zewicandin. Jinên ji Îran û Afganîstanê tên jî ber bi fuhuhuşê ve dibin. Ev rewş jî rê li ber mexduriyetên giran yên alî psîkolojîk û fîzîkî de vedike.”
 
‘Bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin’
 
Ayten Kiran balkişand ser rewşa aboriyê ya penaberan û wiha bi lêv kir: “Alîkariya ji aliyê YE’yê tê kirin raste rast ji bo başkirina şertên penaberan nayê bikaranîn. Ger bi rastî ev piştgirî ji penaberan re bihata ragîhandin wê penaber di şertên mirovî de bijiyana. Penaber li Tirkiyeyê bi awayekî sîstematîk mafê penaberan tê binpêkirin. Penaber li navendên vegerandinê bi zextan re tên rûhev. Ev rê li ber pirsgirêkên mezin vedike. Ev pergal ne xwedî kapasîteyeke ku pirsgisrêkê çareser bike. Tedbîrên tên girtin, lêkirina dîwaran e, vekirina xendekane û piştî van pêkanînan jî piştî zivistanê cenaze ji bin berftê tên derxistin. Penaber bi rastî li vir di şertên zehmet de dijîn.  Hiqûqa navneteweyî ya ku Tirkiyeyê îmze kiriye, hiqûqa penaberan û koçberan heye. Divê hewcedariyên peymanên têkildarî penaberan bên pêkanîn.”
 
‘Kurd hem li dijî pirsgirêka debarê hem jî li dijî newekheviyê têdikoşin’
 
Ayten Kiran destnîşan kir ku koçberiya li herêmê bi qasî koçberya ji derve bandorên mezin diafirîne û got: “Di salên 1990’î de bi valakirina gundan re koçberiyê dest pê kir. Di salên 90’î de bi hezaran  gund hatin valakirin. Ji wê rojê şûnde mirov ji gundê xwe derketin û koçî bajaran kirin. Vê jî rê li ber zêdebûna nifûsê vekir. Ligel vê dîsa bi hezaran  kesên wek karkerên demsalî diçin metropolan hene.  Karkerên di înşatan de, li ser erdan, di karên giran de dixebitin hene û ji bo vê koç dikin. Kurd li cihên dixebitin bi êrîşên nîjadperest re tên rû hev. Ji ber Kurd li dijî pisgirêka debarê têdikoşin û hem jî ji ber nasnameya xwe bi newekheviyê re tên rûhev. Karkerên Kurd li metropolên Tirkiyeyê û li herêmên çandiniyê bi nîjadperestiyê re tên rû hev. Lê ji ber şert û mercên pirsgirêkên aboriyê welatî neçar dimînin biçin metropolan.”
 
‘Divê pêvajoya civaka demokratîk bi lez bi encam bibe’
 
Ayten Kiran diyar kir ku şerê ku 40 sal e li Kurdistanê didome bandorê li hemû gel kiriye û wiha dawî lê anî: “Di vê pêvajoyê de mirov ji şer bandor bûn û neçar man koçî metropolan bikin. Lê divê em di alî aborî de li vê binêrin. Polîtîîkayek asîmîlasyonê ya cidî hat meşandin. Kurdên koçî metropolan kirin beşek wan neçar man nasnameya xwe veşêrin. Bi vî awayî jî pergalê ew asîmîle kirin. Ciawnên Kurd li zanîngehan rastî êrîşan hatin. Li kolanan tundî li Kurdan hat kirin. Ciwanên muzîka Kurdî guhdar kirin bi tundiyê re hatin rû hev. Di vê ev pêvajoya civaka demokratîk demildest bi lez bi encam bibe. “