
Konferansa Dayikên Aştiyê di roja duyem de ye
- 11:07 19 Cotmeh 2025
- Rojane
AMED - Konferansa Dayikên Aştiyê di roja xwe ya duyemîn de bi govend û tilîliyan berdewam dike.
Piştî 12 salan, Meclîsa Dayikên Aştiyê sêyemîn konferansa xwe li Navenda Kongre û Çandê ya ÇandAmed a li Amed, bi dirûşmeya "Dayik pêşengên civaka demokratîk û aştiyek mayînde ne" li dar dixe. Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî, hevşaredar û rêxistinê navçe û bajaran, DBP, parlamenterên DEM Partiyê tevli konferansê bûn.
Posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Dayikên Aştiyê yên jiyana xwe ji dest dane û jinên hatine qetilkirin û flamayên TJA'yê di konferansê de hatin daliqandin.
Konferansa Dayikên Aştiyê di roja xwe ya duyemîn de bi govend û tilîliyan û bi dirûşma "Bijî Serok Apo" berdewam dike.
Konferans bi nîqaşan berdewam dike û encamname dê di dawiya nîqaşan de were ragihandin.