Ji ESP’ê kampanyaya ‘Çareseriya kedkar’
- 16:19 21 Îlon 2025
- Rojane
	AMED - ESP’ê di çarçoveya pêvajoyê de kampanyaya “Çareseriya Kedkar” da destpêkirin. Hevserokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî got: “Rêberê Gelê kurd hêj di tecrîdê de ye. Divê tecrîd bi temamî rabe û mercên xebata azad û bên avakirin.” 
	Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), li Sumerpark a Amedê civîna “Di pirsgirêka Kurd de çareseriya kedkar” li dar xist. Li eywana civînê pankarta “Ji bo aştiyê azadî, ji bo xwişk-biratiyê wekhevî” hate daliqandin. Rêveberên DEM Partiyê jî tev li civînê bûn. Hevserokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî di civînê de got ku ew di pêvajoyeke girîng de ne û geşedanên piştî silavdayina Bahçelî bi bîr xist. Çepnî, got ku têkoşîna domdar a gelê Kurd û geşedanên li Rojhilata Navîn Tirkiye neçarî gavavêtinê kiriye. 
	Bi domdarî Çepnî da zanîn ku PKK’ê piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gavên krîtîk avêtiye û got: “Lê dewletê tu gav neavêtiye. Komîsyona li Meclisê jî pêvajoyê dirêj dike.” Çepnî, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, “çareseriya kedkar” vegot û ev tişt anî ziman: “Dema kedkaran ji polîtîkayên şer re gotin ‘na’, wê demê dê çareserî çêbibe. Em li her derê daxwazên xwe yên di çarçoveya ‘çareseriya kedkar’ rêz dikin û dixebitin. Di vê çarçoveyê de me kampanyaya ‘Çareseriya Kedkar’ daye destpêkirin.” 
	Daxwaz:
	Çepnî, daxwazên di çarçoveya kampanyayê de wiha rêz kir: 
	“* Divê nasnameya kolektîf û neteweyî ya gelê Kurd bê şert û merc bê qebûlkirin. 
	* Divê perwerdeya bi zimanê dayikê bê dayin, hemû qedexeyên ser zimanê dayikê bên rakirin û zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. 
	* Divê bi şerê qirêjî û sûcên şer re hevrûbûnek çêbibe û faîl bên darizandin. Heta edalet nebe dê çareserî û demokrasî pêş nekevin. 
	* Divê azadiyên polîtîk çêbibin, mafê karker, kedkar û gelê me û çalakî û mafê rêxistinkirinê bên dayin. Divê TMK bê rakirin. 
	* Hewceye xespa qeyûm tavilê bê bidawîkirin. 
	 * Rêberê Gelê Kurd hêj di tecrîdê de ye. Divê tecrîd bi temamî rabe û mercên xebata azad bên avakirin. 
	* Divê girtiyên siyasî tavilê bên berdan. 
	* Hewceye hevalên me yên li sirgunê tavilê bên berdan. 
	* Divê operasyonên derveyî sînor bên bidawîkirin. 
	 * Li Kurdistanê bi hezaran projeyên madenan di meriyetê de ne. Li rexekî aştî li rexa din xaka Kurdan tê kuştin. Divê bi xwezayê re aştiyane bijîn û dev ji vê qirkirina xwezayê berdin.” 
	Çepnî, got ku bazariya li ser van daxwazan nabe û xwest ji bo van daxwazan tavilê gav bên avêtin. 
	Li ser navê Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) Fethiye Ok jî anî ziman ku ji şer herî zêde jin bibandor dibin û got divê jin têkildarî aştiyê xwedî gotin bin. Fethiye Ok’ê têkoşîna jinan a di her qadê bi bîr xist û got ku divê jin pêşengtiya aştiyê bikin û pêvajoyê birêxistin bikin. Fethiye Okê, tacîz, tecawiz û zexta bi destê leşker û polîsan li dijî jinên Kurd tên kirin, nedarizandina faîlan, polîtîkayên şerê taybet û hwd. bi bîr xist û got ku li dijî xerabiya rêxistinkirî divê têkoşîneke birêxistinî were dayin. 
	Civîn, piştî axaftinan bi dawî bû.    
				
 
				 
				 
				 
				 
				





