
Şaredariya Peyasê ji bo xizmetên astengdaran civînek berfireh lidar xist
- 13:37 15 Îlon 2025
- Rojane
AMED - Gerînendetiya Xizmetên Astengdar û Pîr û Kalan a Şaredariya Peyasê ji bo xebatên li ser astengdaran bi awayekî hevkar û bi tevlêbûna nûnerên komele û saziyên astengdaran ên bajêr civînek taybet li dar xist.
Gerînendetiya Xizmetên Astengdar û Pîr û Kalan a Şaredariya Peyasê xebat û xizmetên xwe yên ji bo astengdaran bi biryar didomîne. Di vê çarçoveyê de, gerînendetiyê bi armanca hevkarîkirinê di xebatên astengdaran de û danûstandina ramanan li ser pêdiviyên bajêr, civînek bi beşdariya nûnerên komele û saziyên astengdaran ên bajêr organîze kir. Di civînê de Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar, Cengîz Dundar, Hevserokên DEM Partiyê yên Peyasê û zêdetirî 30 nûnerên komele û saziyên astengdaran ên bajêr amade bûn.
Hevşaredar Sîncar û Dundar diyar kirin ku wekî şaredarî, xizmetên ji bo astengdaran û xebatên hêsankirina jiyana wan ji bo wan pêşîniyeke sereke ye. Wan got, ji bo pêşxistina xizmet û xebatan, hevdîtina bi kesên ku pirsgirêkên astengdaran nas dikin û bi van pirsgirêkan re rûbirû ne, xwedî girîngiyeke mezin e.