Kovara Jinê bi berga serhildana 'Jin jiyan azadî' derket

  • 09:29 14 Îlon 2025
  • Rojane
 
STENBOL - Hejmara nû ya kovara Jinê bi manşeta “Li ser şopa Jîna Emînî Jin Jiyan Azadî" derket. 
 
Hejmara 133’yemîn a kovara Jinê bi manşeta “Li ser şopa Jîna Emîniyê Jin Jiyan Azadî" derket. Kovarê di vê hejmarê de bal kişand ser têgehên jin, jiyan û azadî. 
 
Nivîsên di hejmara nû de ev in: 
 
“*Şoreşa Jin Jiyan Azadî didome / Rojda Bedîa Akkaya
 
*Jin Jiyan Azadî / Sakîne Esen Yilmaz
 
*Jin, Jiyan, Azadî / Canan Gullu
 
*Hilavêtina demarê / Zîlan Diyar
 
*Rizgarî di destê jinan de ye / Ozgur Demîr 
 
*Di qotîka Înanna û Medusayê de rastiya jinê / Gulan Îraz”