Gulîstan Kiliç Koçyîgît:Divê dest ji pratîkên ku pêşî li aştiyê digire bê berdan

  • 19:42 11 Îlon 2025
  • Rojane
ENQERE- Di civîna komîsyonê de îro sendîka hatin guhdarkirin û rojev jî qeyûmên li hember CHP’ê bûn. Endama Komîsyonê ya DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît axivî û got: “Divê dest ji nêzîkatiyên ku pêşî li aştiya civakî digire bê girtin. Hele ku tiştên tên kirin dijdemokratîk û dijhiqûqî bin.”
 
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li meclisê hatibû avakirin, civîna xwe ya 8’an kir. Di civîna îro de li KESK, DÎSK, TURK-ÎŞ, HAK-ÎŞ, MEMUR-SEN, TURKIYE KAMU-SEN û BÎRLEŞÎK KAMU-ÎŞ’ê hate guhdarîkirin.
 
Bîrleşîk Kamu Îş qeyûmên hember CHP’ê û pêvajoyên peymana komî hincet nîşan da û bi nivîskî ragîhand ku tevli komîsyonê nabe.
 
Piştî guhdarkirina nûnerên sendîka û konfederasyonan, rojeva esas a komîsyonê operasyonên li hember CHP’ê bûn. Cigira Serokê Giştî yê CHP’ê, Gokçe Gokçen axivî û balkişand ser êrîşê polîsan yên dema protestoyan.
 
Endamê komîsyona AKP’ê Cuneyt Yuksel jî got mudaxaleya polîsan mijara navxweyî ya CHP’ê ye.
 
Endama Komîsyona DEM Partîiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî piştre axivî û got: “Ji bo civakîbûna aştiyê divê dest ji pratîk û nêzîkatiyên ku pêşî li aştiyê digire bê berdan. Hele ku tiştên tên kirin dijdemokratîk û dijhiqûqî bin. Bi van pratîkan, bi berdana gazê, bi şikandina deriyan wê pirsirêk bê çareserkirin. Divê her kes dengê xwe bilind bike û ji vê dijhiqûqiyê re bêje bes e.”