Komxebatên 'Îedolojiya Rizgariya Jinan' berdewam dikin

  • 15:32 13 Tebax 2025
  • Rojane
 
WAN - Meclîsa Jinan a DBP'ê di çarçoveya komxebatên "Îdeolojiya Rizgariya Jinan" de ku bi dirûşma "Bi Jinên Azad Ber bi Civaka Demokratîk" hatine organîzekirin, bi jinan re civiya.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) komxebatên "Îdeolojiya Rizgariya Jinan" ên ku bi dirûşmeya "Bi Jinên Azad Ber bi Civaka Demokratîk" hatine destpêkirin, didomîne. Meclîsa Jinan a DBPê ya Wanê li taxa Şehit Fırat a navçeya Artemêtê a Wanê bi jinan re komxebatek li dar xist. Hevseroka Bajêr a Wanê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gonul Uzunay, Berdevka Meclîsa Jinan a (DBP) Berîvan Bahçecî, endama PM'ê ya DBPê Hebun Aslan û gelek jinên din beşdarî komxebatê bûn.
 
'Civak bê azadiya jinan azad nabe'
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Berîvan Bahçecî di komxebatê de axivî û diyar kir ku ew demek dirêj e komxebatan li dar dixin û bi jinan re hevdîtinê dikin û wiha berdewam kir"Em ê li ser rola jinan di pêvajoya 'Civaka Demokratîk' de ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin nîqaş bikin. Em jê re dibêjin Îdeolojiya Rizgariya Jinan. Çima em vê dibêjin? Çima em dixwazin azad bin? Em hatine cem hev da ku van bi we re nîqaş bikin. Dema ku em li dîroka jinan dinêrin, jin berê xwediyê mafê xwerêveberiyê bûn. Lê niha, em dibînin ku îradeya jinan bi perspektîfa koletiyê tê paşguh kirin. Ev ji hişmendiya mêr tê. Jin wekî mirov nayên dîtin. Dewlet jî li gorî zîhniyeta mêran tevdigere. Wekî ku Birêz Abdullah Ocalan dibêje; heta ku jin azad nebe jin jî azad nabe."
 
 Komxebatê bi pirs û bersîvan berdewam kir.