
Ji Abdullah Ocalan îlham girt û çîrok nivîsî
- 09:03 27 Tîrmeh 2025
- Rojane
MÛŞ - Guzel Saraç ku piştî 8 sal girtinê, tahliye bû, diyar kir ku li girtîgehê dest bi nivîsandina pirtûka xwe ya bi navê ‘Teng û Tarî’ kiriye û li derve jî temam kiriye. Guzel Saraç got ji têkoşîna gelê Kurd, tevgera azadiya jinan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îlham girtiye. Guzel Saraç anî ziman ku dixwaze di demek kurt de pirtûka xwe çap bike.
Gelek jinên Kurd ku di esasa ‘jin azad nebin civak azad nabe’ berê xwe didin azadiyê, di her qada jiyanê de têdikoşin. Bêguman yek ji qadên têkoşîn lê tê meşandin girtîgeh in. Binpêkirinên mafan li girtîgehan her diçin giran dibin û bi taybet girtiyên jin li dijî vê berxwedanek mezin didin. Girtiyên jin bi berhemên xwe yên çand û wêjeyê jî ji jinan re dibin îlham.
Guzel Saraç (49) li girtîgehê dest bi nivîsandina pirtûka ‘teng û tarî’ dike û piştî tahliye dibe temam dike. Guzel Saraç çîrokên di biçûkatiyê de ji mezinên xwe guhdar kiribû, ji hevalên xwe re vegot û da jiyîn.
Berxwedana 29 salan
Guzel Saraç ku ji 1996’an heta niha xebatên siyasî dimeşîne, di 4’ê Gulana 2017’an de ji ber xebatên siyasî li Mûşê di serdegirtina malê de hat binçavkirin û girtin. 6 mehan li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê dimîne û piştre surgunê girtîgeha Jinan a Tarsûsê tê kirin. 4 salan şûnde surgunê Girtîgeha Jinan a Bunyanê tê kirin. Piştî 8 slan şûnde di 30’yê Çileyê de hat tahliyekirin.
‘Min ji têkoşîna gelê Kurd îlham girt’
Guzel Saraç da zanîn ku bi motîvasyona hevalên xwe dest bi nivîsandinê kiriye û got: “Min pirtûka xwe li derve temam kir. Niha li bende çapkirinê me. Di zarokatiyê de me ji mezinên xwe ev çîrok guhdar dikirin. Çîrokên berxwedanên Kurdan me guhdarî dikirin. Ya bû sedem ez tevli têkoşînê bibim ev berxwedanên hatibûn vegotinê bûn. Min li girtîgehê ji hevalên xwe re vedigot. Ji bo zimanê me winda nebe çîrokên me gelek girîng in. Me helbest dinivîsin. Bandora Cigerxwîn gelek mezin bû. Bi taybet me li ser serokatî û têkoşîna Kurd dinivîsî.”
‘Ji 7 çîrokan pêk tê’
Guzel Saraç daxuyakirin ku pirtûka ‘teng û tarî’ ji heft çîrokên weke, “Heft reng”, “Manûk”, “Dîko”, “Rovî”, “Çivîk”, “Perî” û “Teng û Tarî” pêk tê û wiha domand: “Min ji serokatiyê, têkoşîna azadiya Kurd û têkoşîna jinan îlham girt û dest bi nivîsandinê kir. Di demek kurt de em ê pirtûkê çap bikin.”
Guzel Saraç di dawiya axaftina xwe de bakişand ser binpêkirinên mafan yên li girtîgehan û da zanîn ku li girtîgeha Kayseriyê tundiya fîzîkî û li ya Tarsûsê jî ya psîkolojîk hebûye û wiha dawî lê anî: “ Li girtîgeha Kayseriyê tundiya fîzîkî hebû. Li ya Tarsûsê ya psîkolojîk. Girtiyên nexweş nedihatin dermankirin. Tevî nexweş sewqê nexweşxaneyê dihatin kirin, nedibirin. Di encama têkoşîn û berxwedanê de dibirin. Name 7-8 meh şûnde dihatin dayîn. Pirtûkên Kurdî nedidan. Pereyê ji me re dihatin şandin, dihatin desteserkirin.”