Kongra Star sîstema komînan nîqaş kir

  • 16:08 26 Tîrmeh 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê bi hevserokên komînan, endamên sazî û meclisên bajar re civiya. Di civînê de rêziknameya komînan û rola jinan di komînan de hatin nîqaşkirin.
 
Rêxistina Kongra Star a bajarê Dirêsiyê bi armanca nîqaşkirina rola jinan di komînan de civînek li hola PYD’ê ya li bajar li dar xist. Di civînê de jinên hevserokên komîn, rêveberên saziyên sivîl û meclisan amade bûn.
 
Piştî rêzgirtin, rêvebera rêxistina Kongra Star a Dirbêsiyê Fatima Keleş axivî. Fatima Keleş diyar kir ku pêvajoya aştî û avakirina civaka demokratîk bi avakirin û rêxistinkirina komînan dest pê dike û got: "Li ser vî esasê û ji bo pêşxistina edaleta civakî, pêşxistina aboriya jinan, di serî de jin divê hemû her kes  ji bo pêşxistina komînan bikevin tevgerê."
 
Piştre rêziknameya komînan hat xwendin û nîqaş li ser hat kirin. Di dawiya civînê de biryar hatin dayîn. Ji biryaran;  zêdekirina perwerdeyê di nava komînan de, bi awayekî asayî serdana komînan, bi taybetî yên jinan werin kiriin, xebat û planên wan werin şopandin.