
Rola jinan di pêşeroja Sûriyeyê de hat nîqaşkirin
- 19:19 24 Tîrmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girîngiya rola jinan di pêşeroja Sûriyeyê de, paneleke li Qamişloyê hat nîqaşkirin. Jinan gotin ew dikarin qeydên baviksalariyê yên zordest bişikînin ku armanca wan paşguhkirina rola wê di jiyana siyasî û civakî de ye.
Mala Êzidî ya kantona Cizîrê li navenda xwe ya li bajarê Tirbespiyê bi dirûşma “Bi hêza jinan em dikarin siyasetên radîkal bişikînin û dê Sûriyeya demokratîk ava bikin” panelek li dar xist. Gelek jinên êzidî û pêkhateyên bajarê Tirbespiyê tev li panelê bûn.
Meryem Cindo ji Efrîna dagirkirî koçber bûye û di panelê de behsa dîroka jinên êzidî, fermanên li dijî wan kir û diyar kir ku armanc şikandina vîna jina azad û wê nehêlin rola xwe ya çalak di civakê de bilîze.
Meryemê rola Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) di parastina jinên êzidî li Şengalê û rizgarkirina wan ji destê DAIŞ`ê de silav kir.
Seroka Yekitiya Jinan a Êzidî ya Rojava Hediye Şemo behsa komkujiya Şengalê û êrişên DAIŞ`ê li dijî civata êzidî û jinan kir û got: “Ew zihniyet heta niha berdewam e ku jinan ji sazkirina siberoja Sûriyeyê dûr dixin.”
Hediye Şemo ev li gotinên xwe zêde kir: “Yekitiya pêkhateyan li herêmê û pergala hevserokatiyê, li Rojhilata Navîn gaveke dîrokî ye. Em dizanin ku Rêber Abdullah Ocalan di felsefe û ramanên xwe yên rizgariyê de roleke mezin daye jinan.”
Dûre jinan mijara panelê nîqaş kir û banga parastina pêkhateyên Sûriyeyê bi taybet piştî ku êrişên li dijî jinên elewî û durzî kir û jinan diyar kir ku ev êriş nîşaneya fikrê tundrew ê li dijî jinan e ku heta niha berdewam e.