Jinan ji bo Siwêdayê banga piştgiriyê kir

  • 17:33 24 Tîrmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -  Meclisa Jinan a PYDˊê ya bajarê Til Temirê piştgiriya xwe bi xelkê Siwêdayê re anî ziman û der barê komkujî û binpêkirinan de daxwaza hesabpirînê kirin.
 
Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê  ji bo şermezarkirina binpêkirin û komkujiyên li Siwêdayê li pêşiya avahiya PYD’ê ya li bajar hatin gel hev û daxuyanî da. Daxuyanî bi amadebûna , bi amadebûna endamên saziyan, rêxistinên jinan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, bi amadebûna endamên saziyan, rêxistinên jinan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, ji aliyê endama Komîteya Jinan a PYDˊê Boza El Salih ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de komkujiyên li Siwêdayê, sûcên li dijî sivîlan, êrişên zayendî yên li dijî jinan, bêrêziya li hemberî şêx û sembolên herêmê bi tundî hatin şermezarkirin. Hate destnîşankirin ku armanc ji van komkujî û binpêkirinan derxistina fitneyê, têkbirina îstîqrara herêmê, derxistina tirsê û aloziyê, mehrûmkirina şêniyên mezheban ji pêkanîna rêûresmên olî, ye.
 
Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku mezheba Durzî xwedî dîroka kevn li Sûriyeyê ye, ji lew re divê mafên wê werin parastin, daxwazên wê yên jiyaneke ewle werin bicihanîn û parastina taybetmendiyên wê were kirin.
 
Di dawiyê de peyama piştgiriyê ji bo xelkê Siwêdayê re hate dayîn û bang li NYˊyê, rêxistinên mirovî û hiqûqî hat kirin ku demildest  xwînrijandinê bisekinînin û hesab ji sûcdarên komkujî kirine û kiryarên hovane pêk anîne bikin.