
NADA bi boneya Roja Dijî Tecawîza Di Dema Şer de, bang kir
- 13:47 20 Hezîran 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevpeymaniya NADA bi boneya Roja Dijî Tecawîza Di Dema Şer de, bang kir ku lêkolînek bi her alî ve li ser vê diyardeyê bi taybet sucên di dema şerê çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê, Sûriye, Sûdan û Xezayê hatî pêkanîn, were kirin.
Bi boneya Roja Cîhanî ya Dijî Tacîz û Tecawîza Di Dema Şer de, Hevpeymaniya NADA daxuyaniyek belav kir. di daxuyaniyê de bang kir ku lêkolînek bi her alî ve li ser vê diyardeyê bi taybet sucên di dema şerê çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê, Sûriye, Sûdan û Xezayê hatî pêkanîn, were kirin.
Daxuyaniya wiha ye:
“Di 19’ê Hezîranê de, Roja Cîhanî ya Dijî Tacîz û Tecawîza Di Dema Şer de, ne wek salek rûtîn di nava bêdengiyek navneteweyî de bîr nayînin. Bêdengiya navneteweyî eşkere dikin. Em dengê xwe li dijî vê sucê bilind dikin ku ti carî di şeran de dev jê ne berdane. Heta wekî amûrekê, laşê jinê veguherandina meydanek şer, pîroziya wê ji bo heqareta girseyî, ji bo çareserkirina nakokiyên siyasî, ji bo terorîzekirina civakê tê binpêkirin.
Ji Bosnayê heta Kongo, ji Iraqê heta Sûriyeyê, ji Sûdanê heta Filistînê, heman trajedî dubare bûye; revandin, êşkence, tecawizên komî, koletîkirin û bazirganiya jinan di bazarên koleyan ên nûjen de.
Rûyên sûcdaran diguherin, lê bingeh wekî xwe dimîne. Rejîmên otorîter û muhafezekar, rêxistinên tundrew ên mêran û hevpeymanên leşkerî ku laşê jinê wekî amûrek fetihkirinê bi kartînin.
Ji dema ku Dadgeha Taybet a Sierra Leone di 19’ê Hezîrana 2008’an de koletiya seksî wekî sûcek li dijî mirovahiyê ragihand, ev dîrok ji bo kesên ku ji ber sûcan rizgar bûne bûye platformek ku daxwaza edaletê bikin, li dijî bêcezatiyê serî hildin û bibin şahidê yek ji sûcên şer ên herî hovane.
Tevî ku di sala 2015’an de, Neteweyên Yekbûyî ev roj wekî rojek navneteweyî destnîşan kir da ku rêz li kesên ku di şer û pevçûnan de rastî tundiya cinsî hatine bigirin. Lê em li Hevpeymaniya NADA bi zelalî radigihînin, ev îtîraf têrê nakin. Pêwîstiya kesên rizgarbûyîn bi rojên rûtîn nînin, pêwîstiya wan bi edaleta şoreşgerî, guhertineke radîkal û pergalekê ne ku wan ji tundiyê biparêze heye.
Tundjiya cinsî di şeran de ne tenê tecawize, ew bi giştî sîstemek ya şermezarkirin, kontrolkirin û hilweşandina sîstematîk a avahiyên civakî ye. Bi taybetî jin û keçan wekî hilgirên nasnameya kolektîf û stûnên tevna civakî hedef digire.
Ev yek ji zewaca bi darê zorê, ducanîya bi darê zorê, fuhuşa di bin gefê de, bazirganiya seksî, kurtaja bi darê zorê, heqaretên cinsî û heta derxistina yasayên ku sûcdaran diparêzin û qurbaniyan sûcdar dikin, wekî yasayên ‘Lêborîna ji bo Tecawizkaran’ û ‘Zewaca Zarokan’ pêk tê.
Bandora tundiyê ne şere, stratejiya şere ku milîs, artêşên birêkûpêk, dewletên kevneperest û otorîter û carinan jî hêzên navneteweyî tê de cih digirin. Ev yek jî wiha dike ku ev suc bibe sucê herî mezin û herî zêde ji hêla saziyên navneteweyî ve tê paşguhkirin û parvekirin.
Daxwazên Hevpeymaniya NADA wihane:
* Vekirina lêpirsînên berfireh li ser sucên ku di dema şerê li dijî DAIŞ’ê de li Iraq û Sûriyeyê, şerê li Sûdanê û jenosîda li Xezayê de hatine kirin û darizandina hemû tawanbarên tundiya cinsî di şer de wekî tawankarên şer li dadgehên navneteweyî û navxweyî yên jêhatî û serbixwe.
* Di hemû destûrên cîhanê de, bêyî sivikkirin an hincetek were nîşandan qebûlkirina tundiya cinsî ya di şer de wekî sucek li dijî mirovahiyê.
* Fona Piştgiriya Cîhanî ji bo Kesên Rizgarbûyî were avakirin ku ji hêla ajanseke navneteweyî ya serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî ve were birêvebirin. Da ku dermankirin, parastin û yekgirtina wan a aborî, civakî û siyasî misoger bike.
* Di hemû qonaxan de parastina rizgarbûyan bikin, stargeh û rehabîlîtasyonê ji wan re dabîn bikin û wan ne wek qurbaniyan wekî rêber û şahidên dîrokê bihesibînin.
* Polîtîkayên ‘lêborîna zewaca zarokan’, ‘namûs’ û hemû yasayên ku tecawizê li ser bingehên çandî an olî rewa dikin red bikin.
* Bikaranîna tundiya cinsî di kampanyayên medyayê an jî di polîtîkayên alîkariyê yên navneteweyî de qedexe bikin û siyasîkirina êşa jinan red bikin.
* Mekanîzmayên parastinê yên taybet ji bo jin û keçên li kampên koçber û penaberan, di bin çavdêriya serbixwe ya jinan de, misoger bikin da ku pêşî li binpêkirinên dubare yên li deverên ku tê texmînkirin ewle ne bigirin.
Bangawaziya Hevpeymaniya NADA:
Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî: Divê dozên tundiya cinsî yên girtî bên vekirin û desthilata dadweriyê bê berfirehkirin da ku Filistîn, Sûdan, Sûriye, Iraq û yên din jî bigire nava xwe.
Rêxistinên Navneteweyî: Ji bo derbaskirina zimanê şermezarkirina lewaz, pêwîstî bi kiryarên şênber û hesabpirsîna giştî heye.
Hikûmetan: Avahiyên yasayî yên ku tundiya li dijî jinan rewa dikin, bi taybet yasayên ‘zewaca bi darê zorê’ û ‘lêborîna ji bo tecawizkaran ger ew bi qurbaniyên xwe re bizewicin’ ji holê werin rakirin.
edya: Bi dengekî femînîst ê rastîn bi çanda objektîfkirinê re têbikoşin û li şûna nîşandana rizgarbûyan wekî ‘çîrokên trajîk’, balê bikişînin li ser berxwedan û daxwazên wan ên siyasî.
Hevpeymaniya Femînîst a Herêmî û Cîhanî: Ji bo ku ji şermezarkirinê wêdetir biçin, hevrêziyê pêş bixin û eniyek femînîst a navneteweyî ava bikin ku dê sûcdaran bibîne û hesab bide, her wiha li ser bingeha berxwedana jinan bi xwe û rêbazên parastinê yên li ser bingeha demokrasiya zayendî alternatîfek bingehîn qebûl bikin.
Tevgerên girseyî û navneteweyî: Dema ku tecawiz li jinan tê kirin, ji bo neteweyan azadî tune ye, bêyî jinên azad rizgarî tune ye.”