
TJA'yê ji bo 'Meşa Aştiya Civakî' bang kir
- 09:55 20 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – TJA'yê banga beşdarbûna meşa ku dê di 31'ê Gulanê de li Amedê bi beşdariya bi hezaran jinan were lidarxistin kir.
Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê meşa ku dê ji aliyê bi hezaran jinan ve di 31'ê Gulanê de saet di 16:00'an de li Qada Şêx Seîd a li Amedê were lidarxistin, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniya bi sernavê "Jin ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk dimeşin" de hat gotin ku "Em jinên ku ji bo jiyanek bê şer, bê îstîsmar, jiyaneke wekhev û edaletê têdikoşin, kirdeya avakirina çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd in."
TJA'yê di daxuyaniya xwe de ev daxuyanî da:
"Piştî banga Birêz Ocalan a 27'ê Sibatê, deriyên aştiyek bi rûmet li welatê me vebûne. Em jin in ku dê vê bangê herî zêde qebûl bikin û civatek demokratîk ava bikin."
Ji bo jiyaneke azad û wekhev
Em dizanin ku civaka demokratîk jiyaneke sosyalîst a wekhev û azad e. Em avakerên vê jiyanê ne. Ji ber vê sedemê; em ji bo aştiya civakî û çareseriyên demokratîk dimeşin! Em bang li hemû çalakvanên jin, femînîst, ekolojîst, jinên ciwan, rewşenbîr û hunermendên ku parêzvanên mafan in, jinên ji netewe û baweriyên cuda dikin ku ji bo parastina jiyaneke azad û wekhev bimeşin.
Banga tevlibûna meşê
Em dizanin ku em jin hêza veguherîner a jiyanê ne. Em dizanin ku civak nikarin azad bibin heya ku jin azad nebin. Em dizanin ku her tişt dikare bibe, ger em bixwazin. Werin em hemû bi hev re di 31'ê Gulanê de saet di 16:00'an de li Qada Şêx Seîd a Amedê soza xwe ya ji bo civakek demokratîk bilind bikin!