
Ji Kongreya NADA'yê: Dema ku jin bibin yek dê bi hêztir bin
- 09:06 20 Gulan 2025
- Rojane
Stêra Can
SILÊMANÎ - Jinên ku tev li Kongreya Yekemîn a NADA’yê bibûn, diyar kirin ku di kongreyê de hemû pirsgirêkên jinan û çareserî bi berfirehî hatine niqaşkirin û gotin ku ger jin li her derî yek bin dê hîn bihêztir bin.
Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê (NADA) ku bi tifaqa jinan ji bo pêkanîna şoreşa demokratîk hatiye avakirin, di 15’ê gulanê de bi dirûşma ‘Bi Şoreşa Jinê Ber Bi Civakeke Demokratîk Ve’ yekemîn kongreya xwe li Silêmaniyê li dar xist. Ji 20 welatên Rojhilata Navîn, Afrîka û Asyayê nêzî 250 jin beşdarî kongreyê bûn û li ser xalên têkoşîna jinan, perspektîfên çareseriyê ji bo polîtîkayên şerê cîhanî û çawaniya pêşxistina şoreşa jinan, nirxandinên berfireh kirin. Her wiha kongreya NADA ku sê rojan berdewam kir, bi encamnameyê bi dawî bû.
Jinên ku wek delege tevli kongreya NADA’yê bûn têkildarî armanc û girîngiya kongreyê ji ajansa me re nirxandin kirin.
‘Pirsgirêk û çareserî hatin niqaşkirin’
Ji beşdarvana kongereyê çalakvana rêxistina jinan Sêywan Ristem derbarê kongereyê de diyar kir ku ji bo nirxandina rewşa ku jin niha têde ne û ji bo çareserkirna pirsgirêka jinan kongreyeke girîng bûye û wiha axivî : “Ji ber ku hemû jin heman pirsgirêkan dijîn armanca me ji vê kongreyê bi hev re çareserkirina van pirsgirêkan e. Divê jin bikaribin bibin yeke û xwe bi rêxistin bikin. Ger ku jin bi yek bin dê hîn bihêztir bin.”
‘Jinên kurd duqat pirsgirêkan dijîn’
Sêywan Ristem destnîşan kir ku girîng e hemû jinên cîhanê bibin yek û ev nirxandin kir: “Ji ber li her derê cîhanê jin heman tiştan dijîn, pirsgirêkên jinan yek in. Rast e li hemû cîhanê pirsgirêkên jinan yek in, lê pirsgirêkên jinên Kurdistanê hîn cudart in, ji ber jinên kurd tenê ji ber jin in rastî astengî û zextan nayên di heman demê de ji ber nasnameyên xwe ya kurdbûnê jî pirsgirêkn nêzîkatiyên polîtîk û siyasî dijîn. Ji ber vê yekê cehêwaziya pirsgirêkên jinên kurd heye. Hem cihêwaziyên taybet hene hem jî cihêwaziyên giştî hene.
‘Li ser fikrên Serok Apo jin xwe birêxistin dikin’
Berdevka Komîteya Dîplomasiya Derve ya Rêveberiya Xweser a Şengalê Xezal Reşo ku wek delege tevli kongreyê bû, diyar kir ku wek jinên kurd ên êzidî tevli kongreyê bûyîn cihê kêfxweşiyê ye û wiha got: “Ji 20 welatan jin tevli kongerayê bûn. Em jî wekî jinên êzidî tevli kongreyê bûn û di kongreyê de peyama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) hat xwendin. Em dixwazin bi rêya kongre û konferansan hemû jinên civakên cuda hev nas bikin û yekitiya xwe çê bikin.
Xezal Reşo destnîşan kir ku beriya fermanê pêwendiya jinên kurd ên êzidî bi tu awayî bi jin civakên cuda re çê nebûye lê piştî naskirina fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kirine û xwe gihandine hemû jinên cîhanê. Herwiha bi jinên cîhanê re ketine nav pêwendiyan û ev nirxandin kir: “Niha jinên cîhanê jî xwe li ser fikrên Serok Apo birêxistin û perwerde dikin. Ji ber jinên cîhanê azadiya xwe di fikrên Serok Apo de dîtin loma em karin îro li vir kongreyeke pêk bînin. Jin ger bixwazin dikare gelek kar û xebat bidin meşandin. Lê gelek astengî li pêşiya jinan hene. Di vê kongreyê de astengiyên li pêş jinan û çareseriyê hatin niqaşkirin. Armanca me em dixwazin astengiyên li pêş jinan bi hev re rabikin û em bi hev re hevdu azad bikin. Ger jin azad bibe dê civak hemû azad bibin.”
'Divê hemû jin ji bo dîtîna jinên êzidî bixebitin'
Berdevka Komîteya Dîplomasiya Derve ya Rêveberiya Xweser a Şengalê Xezal Reşo li ser pirsa me ya ‘wek jinên êzidî armanca we ya ji vê kongereyê û jinên ji welatên cuda hatine çi ne’ ev bersiv da: “Armanca me ji vê kongeryê ev e ku di serî de jinên êzidî hemû jin bi têkoşîneke hevpar xwe azad bikin. Ji hêla din ve di kongereyê de pêşniyara me hebû ku her jinên ku ji welatên cuda hatine ji bo dîtina jinên êzidî ku di dema fermanê de ji hêla DAIŞ’ê ve ji bo welatên cuda hatine firotin û heta niha aqûbeta wan ne diyar e, lêkolîn bikin û ji bo naskirina fermana li ser êzidiyan zextê li welatên xwe bikin. Kurt û kurmancî divê hemû jin ji bo rizgarkirina jinên êzidî bi berpirsyarî kar û xebatan bidin meşandin.”
‘Me ji tunebûnê hebûn ava kir’
Xezal Reşo destnîşan kir ku di dîrokê de her civak bi bûyerek tê nasîn mixabin civaka êzidî jî bi fermanan tê naskirin û ev tişt vegot: “Lê di fermana herî dawî de me jê ders derxist, me ji vê fermana dawî ji tunebûnê hebûn ava kir û xwe birêxistin kir û me bersiv da kesên ferman li ser me kirin. Niha em ne êzidiyên berê ne û em ji bodoza mafê xwe li hemû cîhanê digerin.”
Di dawiya nirxandina xwe de Xezal Reşo da zanîn ku hêvî û daxwaza wan ew e piştî kongreyê kar û xebatên wan ên jinan hîn xurtir, mezintir bibin û hemû jin bi hev re bi ser bikevin.
'Her jinek bi çand û zimanê xwe tevli kongreyê bû'
Yek jê beşdarvana kongereyê Dîana Bozan jî diyar kir ku kongeraya yekemîn a jinan ku li Silêmaniyê pêk hatiye gelek girîng û bi nirx e û da zanîn ku her jin bi cil û bergên xwe yên çandî tevli kongereyê bûne û tevlibûna her jinekê bi çand û zimanê xwe cihê kêfxweşiyê ye.
Dîana Bozan destnîşan kir ku di kongereyê de wan li ser berxwedan û serhildanên jinan niqaş û nirxandinên berfireh dane meşandin û wiha got: “Girîngiya vê kongeryê ev bû ku hem şoreşa hemû jinan a li cîhanê hat dîtin bi taybetî jinên Rojhilata Navîn hem jî divê ji bo azadiya jinê çi bê kirin, nirxandin hatin kirin. Her wiha me asta hemû jinan ku dikarin komarên demokratîk ava bikin berfireh niqaş kir.”