Bêrîvan Sincar û TJA'yê serdana waliya Helebçeyê kirin

  • 12:28 18 Gulan 2025
  • Rojane
 
SILÊMANÎ - Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Sincar û TJA'yê bi waliya Helebceyê re civiyan.
 
Hevşaredara Peyasê ya DEM Partiyê, Bêrîvan Sîncar û Tevgera Jinên Azad (TJA), li Helebceyê bi waliya Helebceyê Nuxşa Nasih re hatin cem hev.
 
Nuxşa Nasih pêşwaziya jinan kir û di hevdîtinê de, li ser têkoşîna jinan û sîstema temsîliyeta wekhev agahî hatin parvekirin. Nuxşa Nasih diyar kir ku ew dixwaze were û Amedê bibîne.
 
Piştî civînê, Bêrîvan Sincar plaketek ji bo danasîna bajarê Amedê pêşkêş kir.