Hemû belgeyên stratejîk yên Kongreya NADA hatin êrêkirin

  • 17:39 17 Gulan 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekemîn Kongreya Hevgirtina NADA ku di 15’ê Gulanê de destpê kiriye, di roja sêyemîn de didome. Di beşa bi sernavê Belgeyên Stratejîk a rûniştina duyemîn a kongreyê de 4 belgeyên ku hatin xwendin ji aliyê delegasyonê ve hatin pejirandin.
 
Yekemîn Kongreya Hevgirtina Jinan a Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur (NADA) di 15’ê Gulanê de, saet 10:00’an de li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê destpê kir. Kongre îro di roja sêyemîn de didome.
 
Di rûniştina bi sernavê Belgeyên Stratejîk ku îro berdewam dike de, Belgeya Konfederasyona Jinan a Demokratîk a Cîhanê, Belgeya Şoreşa Jinan a Bakur-Rojhilatê Sûriyê wek belgeyên bingehîn ku Hevgirtina NADA dê referans bigire, hatin pejirandin.
 
Her wiha di rûniştinê de belgeya çarçoveya NADA û rêziknameya wê jî hatin pejirandin. Rûniştina sêyemîn ya kongreyê dê bi sernavê Plansazî û Pirsgirêkên Stratejîk yên Bingehîn berdewam bike.