Komxebata Rojnamegeriyê ya li ser 'Zayinda Civakî' bi dawî bû

  • 16:46 17 Gulan 2025
  • Rojane
 
AMED -“Komxebata Rojnamegeriyê ya li ser  Zayenda Civakî” ku ji aliy MKG’ê ve hat lidarxistin, bi beşdariya 8 rojnamegeran bi dawî bû. Di komxebatê de mijarên wekî nûçenivîsîn, wekheviya zayendî û rojnamegeriya exlaqî hatin nirxandin.
 
"Komxebata Rojnamegeriyê ya Li ser  Zayenda Civakî" ku ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) ve ji bo rojnamegerên jin hat lidarxistin, bi dawî bû. 8 rojnamegerên jin beşdarî komxebata ku di 28'ê Nîsanê de dest pê kir û 3 hefteyan berdewam kir, bûn. 
 
Di çarçoveya komxebatê de li ser mijarên wekî nûçe çi ye, nûçenivîsandin û rojnamegeriya li ser wekheviya zayendî perwerde hatin dayîn. Di lêkolînên ku ji aliyê rojnameger û perwerdekarên xwedî tecrûbe yên li qadê ve hatin kirin de, ji bo xurtkirina xebatên rojnamegeriyê yên beşdaran xebat hat meşandin.
 
Bername ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ve hat lidarxistin. Rojnamegerên jin bal kişandin ser girîngiya afirandina zimanekî ragihandinê yê ku ji wekheviya zayendî re rêzdar be û diyar kirin ku komxebatên bi vî rengî di warê hevgirtina pîşeyî û bilindkirina hişmendiyê de roleke girîng dilîzin.