Li Oznûr Deger dozek nû hat vekirin

  • 15:06 25 Gulan 2025
  • Hiqûq
 
MÊRDÎN - Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê îdianameya derbarê Oznur Deger a bi tohmeta "heqaret li peywirdarê cemaweriyê kiriye" temam kir. Îdianame roja ku Oznûr Deger ji girtîgehê derket, li ber deriyê wê hat tebligkirin. 
 
Midûra Nûçeya a JINNEWS’ê Oznur Deger ku 7’ê Sibatê de li Qoserê di serde girtina malê de hat binçavkirin bi îdiaya endamtiya rêxistinê hatibû girtin. Oznûr Deger di 22'yê Gulanê de tehliye bû. 
 
Dema Oznûr Deger di 19’ê Kanûna 2024’an de li navçeya Midyada Mêrdînê meşa jinan a heta mala şînê ya ku li navçeya Midyadê ya Mêrdînê hatibû danîn dişopand, rastî heqaretên zayendî yên polîsan hatibû. Piştî bûyerê Oznûr Deger di 23'ê Kanûnê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê dabû û hem der barê polîsan û hem jî li dijî gef û heqaretên li ser medyaya dijîtal hatibûn kirin de serlêdana sûc kiribû.
 
Ji dozgeriyê hinceta 'Delîl tune' ne
 
Di encama lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Midyadê ve hat kirin de, bi hinceta şik têra vekirina dozeke giştî nîne, biryara neşopandinê hat dayîn. Di çarçoveya lêpirsînê de qeydên vîdyoyê yên ku tê ragihandin têkildarî bûyerê ne û li ser platforma medyaya dîjîtal X bi hesabên "@dgroznur" û "@PerspectifNews" hatine parvekirin, hatin lêkolînkirin. Di rapora lêkolîna CD ya ku ji aliyê dozgeriyê ve hat amadekirin de, hat îdiakirin ku heqaretên zayendîperest ên ji aliyê polîsan ve tên kirin, di dîmenan de cih nagirine.
 
Di biryarê de hat ragihandin ku îdiayên Oznur Deger bi delîlên şênber nayên tespîtkirin, di dîmenên vîdyoyê de tu têkilî û îfadeya ku giliyê tesdîq dike nayê dîtin û têra şik û gumana ku ji bo doza giştî hewce bike tune ye.
 
Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê îdianameya derbarê Oznur Deger a bi tohmeta "heqaret li peywirdarê cemaweriyê kiriye" temam kir. Îdianame roja ku Oznûr Deger ji girtîgehê derket, li ber deriyê wê hat tebligkirin. 
 
Wê doz di 24'ê Cotmehê de li Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya 1'emîn bê dîtin.